Piştî berxwedana dîrokî jiyana ku ji nû ve şîn dibe

Şerê ku li Kobanê li dijî feresata tarî ya çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn di bin şert û mercên giran de ji perwerdeyê heta hunerê bi jiyana ku bi ruheke nû tê hûnandin ve jî tê dayîn.

Şerê ku li Kobanê li dijî feresata tarî ya çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn di bin şert û mercên giran de ji perwerdeyê heta hunerê bi jiyana ku bi ruheke nû tê hûnandin ve jî tê dayîn. Kobanê ya ku niha jiyana nû weke tovekeye û ji bo kulîlkan veke amadekariyê dike êdî ne bajareke ji rêzê ye. 

Li Kobanê ya ku berxwedana dîrokî ya 134 rojan berdewam kir niha birînên ku ji ber şer hatiye vekirin dipêçe û li aliyeke ve jî bingeha jiyaneke nû ligel şert û mercên dijwar ji perwerdehiyê heta hunerê tê avêtin. Ji bo ku bajarê wêran bû ligorî berxwedana ku hate dayîn ji nûve rabe li ser piyan hikûmeta kantonê di nava xebatake xurt de ye û ji bo vê yekê xebateke dîplomasiyê j îtê meşandin. Ji bo ku ewil pirsgirêkên welatiyên ku vedigerin bên çareserkirin li rojavayê bajar konbajarek tê înşakirin. Dîsa ji bo ku pirsgirêkên ceryan û avê bê çareserkirin jî wekî beferberî hatiye destpêkirin. Ji bo înşakirina bajar kampanyaya ku ji aliyê hikûmeta kantonê ve li ser înternetê hatiye destpêkirin jî didome. 

'JI BO ÎNŞAKIRINÊ KORÎDORA MIROVÎ DIVÊ'

Endezyarê Înşeatê Zeyat Azad Hemî yê di nava komîsyona ji nû ve înşakirina Kobanê de cih digire diyar kir ku ji bo înşakirina bajar bi TMMOB’ê re hevdîtin pêk anîne û proje amadekirine. Hemî bilêv kir ku ji bo wan niha tişta herî girîng vekirina korîdora mirovî ye û heke korîdor bê vekirin ji çar aliyê cihanê dê ji bo Kobanê alîkarî bê kirin. 

Hemî rewşa heyî ya ku niha di nav de ne wekî “Kobanê niha di qefesê de ye” pênase kir û anî ziman ku daxwaza wan ji hikûmeta tirk vekirina korîdorê ye. Hemî da zanîn ku niha yek ji mijara ku tê nîqaşkirin jî bajarê ku ji sedî 80 wêran bûye bibe muze û bajareke nû bê înşazkirin e. 

'MAFÊ ME NÎNE MALÊN GEL BIKIN MUZE'

Hemî li van nîqaşan jî destnîşan kir ku ji bo ku gel bikaribe vegere axa xwe 500 şehîd dane, ligel vê yekê jî bajar kirine muze dê çiqas rast be nizane, dîsa ligel ku bajar wêran bûye jî mafê ku malên gel kirina muze di xwe de nabînin. Hemî anî ziman kul i şûna mal”en gel avahiyên hikûmeta kantonê dikarin bi biryara hikûmetê ve bikin muze.

Ji bo înşakirina Kobanê di warê fîzîkî de ev xebat tên kirin, piştî bexwedanê ji bo înşakirina jiyana nû jî ligel şert û mercên dijwar jî xebat berdewam dikin.

JI 15 DIBISTANAN TENÊ YEK SAXLEM MAYE

Ji bo avakirina jiyana nû yek ji saziya ku peywireke girîng girtiye li ser milê xwe jî Saziya Zimanê Kurdî ye. Beriya şer li bajar 4 pêş dibistan, 4 dibistanên seretayî, 2 lîse û yek jî polên pêşdibistanê bi tevahî 15 dibistan hebûn lê niha tenê Dibistana Şehîd Mamoste Osman Silêman maye.

Avahiya dibitanê ya ku di dema şerde wekî mewzî hatiye bikaranîn jî hê jî şopên şer mirov dikare bibîne. Di 3’ê adarê de bi 30 xwendekaran ve perwerdehiyê ji nû ve dest pê kir niha hejmara xwendekaran gihîştiye 250 xwendekaran û 12 mamoste di bin şertên giran de hewl didin perwerdehiyê bidin. Lİ dibistanê hefteyê 5 rojan perwerde tê dayîn, serê sibehê zarokên ji 05-10 salî perwerdehiya kurdî dibînin, zarokên 11-15 salî jî piştî nîvro perwerdehiya kurdî, erebî û îngilizî dibînin.

'PÊDIVIYA ME BI MATERYALÊN PERWERDEYÊ HEYE'

Ji Rêveberên Saziya Zimanê Kurdî Adnan Hesen têkîldarî mijarê diyar kir ku di rojên pêş de hedefa wan ew e ku 3 dibistanên cuda vekin lê materyalên wan ên perwerdehiyê pir kêm in.

Dema ku em pirsa “şer bandoreke çawa li ser psîkolojiya zarokan kiriye” jê dikin Hesen diyar kir ku dema ku ew ji zarokan dixwazin wêneyên serbest çêbikin, zaroka hovîtiya DAIŞ’ê. Yan jî çek û wêneyên balafiran çêdikin, ji ber vê yekê jî ew helw didin zarok di demeke kin de vê psîkolojiyê ji ser xwe bavêjin.

Wekî di qada perwerdehiyê de, di qada çand û hunerê de jî ligel şertên dijwar xebat tên meşandin û jiyan ji nû ve tê afirandin. Xebatên çand û hunerê ji ber ku Mala Çand û Hunerê di dema şer de wêran bûye niha li Odeya Zîreatê ya Hikûmeta Kanton êtê meşandin. Zarokên Kobanê yên ku em di hundirê navendê de dibînen stranên ku berxwedana Kobanê vedibêjin û bi folklorê hunera xwe bi rûyên xwe yên ken ve nîşan didin. Serokê Konseya Çand û Huneryê ya Kobanê Abdulrezzak Alî diyar kir ku ligel ku amûrên wan ên muzîkê kêm e jî, tunebûnê vedugerînin hebûnê û niha jî xebatên folklor, muzîk û şanoyê didomînin.

Li navendê ji bilî zarokan kesekî ku xebatên xwe dimeşîne jî heye. Ew jî resamê bi navê Ferhat Kobanê ye. Dema ku em diçin cem, dibînin ku Kobanê, wêneyê Mazlum Dogan çêdike û li gorî ku ew tîne ziman di 1995’an de dest bi çêkirina wêneyan kiriye lê ji ber ku pirsgirêka wî ya debarê hebûye karû barên cuda kiriye, ligel vê yekê jî bi du hevalên xwe ve li Efrîn û Qamişloyê pêşangeh vekirine. Kobanê bilêv kir ku piştî vegeriyaya bajar dîsa boyaxên xwe girtiye destên xwe û dest bi çêkirina wêneyan kiriye. Kobanê di dema şer de mecbûr maye derbasê Rihayê bibe l êli wir vala nesekiniye û berxwedana YPG û YPJ’ê hem jî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi karîkaturan ve vegotiye. Piştî ku Kobanê azad bûye ew jî vegeriya di bin banê TEV-ÇAND’ê de xebatên xwe domandiye.

Ferhat Kobanê posterên Zîlan a ku sembola têkoşîna azadiyê jinan e, Ehmedê Xanî, Mihemed Şêxo, Şêx Seîd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan a di dema berxwedana Kobanê de çalakiya fedaî li dar xist jî çêkiriye.

Şerê kul i bajar qewimiye di nêrîna Kobanê ya wêneyan de guhertinên mezin pêk aniye. Mirov dema ku wêneyên ku wî çêkiriye dinêre vê yekê dibîne.

'KOBANÊ ÊDÎ CIHEKÎ JI RÊZÊ NÎNE'

Resam Kobanê niha ji bo ku wêneya çêbike boyaxê nebûne jî dibêje ku ew ê bikaribe berxwedanê çawa bêhtir nîşan bide hûr dibe û ev gotinên wî yên Kobanê êdî ciheke ji rêzê nîne. Me Kobanê di sed salan de înşa kir lê çeteyên DAIŞ’ê yên hov di sed rojan de xira kirin. Hema bêje li her malê bîranên şervanên YPG û YPJ’ê yên şehîd ketin hene. Li ber hemû malan hewanên neteqiyane hene. Ji ber vê bareke giran li ser milên Kobaniyan heye. Huner jî jî di nav de” tovên hunera şoreşgerî ya şîn dibe nîşan dide.