Zexta leşkeran niştecihên Roboskî bêzar kirin

Welatiyên gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ji ber pêkûtî û tevgera leşkeran bêzar bûn ji bo jiyaneke nû koçî Zozana Şîrîtê kirin.

Welatiyên gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, ji ber qetilkirina hêstiran, pêkûtî û tevgera leşkeran berdewam dike, ji gund koç kirin. Bi sedan welatiyên Roboskiyê ku ji malên xwe doşek, xwarin û vexwarin, hemû amûrên jiyanî li hêstiran bar kirin û berê xwe dan Zozana Şîrîtê ku nêzî 8 kîlometre li jora gund e. Ji malbatên Roboskiyê Haşîm Encu diyar kir ku dewletê li vir ji wan re qada jiyanê nehiştiye û destnîşan kir ku fermandarê leşkeran Abdullah Baysal ê ku di dema komkujiya Roboskî de Fermandarê Tugaya Gulyaziyê bû û piştre ew terfiyê 23'emîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermeyan a Şirnexê hatî kirin, li pey komkujiyên nû de ye. Encu ev tişt anî ziman: "Abdullah Paşa dixwaze careke din me qetil bike, ji ber vê yekê em wek e malbatên Roboskiyî ji bo jiyaneke nû ava bikin gundê terk dikin. Eger ev pêkutî û tevgera leşkeran li ser me bidome em ê heya dawî li Zozana Şîrîtê bimînin."

Hate hînbûn ku leşkerên ku ev meheke li Zozana Şîrîtê qereqola seyar danîbûn û pêr êvarê rakiribûn, piştî bihîstin ku welatî ber Zozana Şîrîtê ve tên, li Zozana Xeyaretê ku li jora Şîrîtê ye bi cih bûn.