Li Krasnadarê Newroz hat pîrozkirin

Di 26’ê Adara 2015'an de li Rûsyayê li bajarê Krasnadarê konsera pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Konser li Mala Çandê ya bi navê Jeleznodorojnîkov pêk hat.

Li bajarê Krasnadar a Rûsyayê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2015'an û axaftina Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev destpê kir. Patiyet di axaftina xwe de da xuyakirin ku sala buhrî gelê Kurd rastî êrîşên mezin hatin û hewl hat dayîn ku vîna azad were têkbirin, lê bi têkoşîna bêhempa ya şervanên azadiyê hewldan vala hatin derxistin. Patiyet bi lêv kir ku gelê Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re da îspatkirin ku vîna xwe radestî ti kesî nake û wê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Nûnerê KCK’ê yê li Rûsyayê Ferman Garrzan jî di axaftina xwe de cejna tevahiya gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku keç û xortên Kurdistanê mîna berî bi hezaran salan bi ruhê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqan têdikoşe, ev têkoşîn wê heta ku azadî û aramî neyê axa Rojhilata Navîn bidome. 

Parlamenterê Wanê  Kemal Aktaş, Alîkarê Serokê Otonomiya Neteweyî û Çandî ya Kurdên Krasnadarê Arif Ezmanî, Serokê Navenda Çanda Kurdên Komara Adîge Feyzoyê Huseyn, nûnera rêxistina jinên Kurd a Krasnadarê Guhara Hesen jî di pîrozbahiyê de amade bûn.

Konser bi beşdariya hunermend Kewê, Memo, Hemîd Diyana, Koma Sê bira, koma folklorê ya bi navê Kulîlkên Kurdistanê, Koroya zarokan,  dengbêja ciwan Malvîna û gelek hunermendên herêmî pêk hat.

Pîrozbahî bi coşek mezin û  govendê bi dawî bû.