YPG'ê nasnameya du şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Kantona Cizîrî de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Kantona Cizîrî de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke ku li ser malpera xwe fermî weşandiye, nasnameya du şervanên xwe aşkera kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ˮBerxwedana bêhempa ya Yekîneyên me, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kantona Cizîrê hîn berdewame.
Di vê berxwedanê de du şervanên me bi lehengî û qehremaniyeke mezin li hember çeteyan şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soz didin ku em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin .ˮ
Nasnameya her du şervanan wiha ye:
Hiya Diyap a bi nasnav Sosin Diyar, li Dirbêsiyê ji dayik bûye. 25-03-2015 li Til Temir jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Ebdullah ê bi nasnav Mîrza Botan, li Qeladiz ji dayik bûye. 03-03-2015 li Hol jiyana xwe ji dest daye.