Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, duh, îro û wateya 'Hefteya Qehremaniyê' vegot. Engîn got, "Divê ciwanên Kurd Hefteya Qehremaniyê bikin wesîle û biherikin çiyayên azad ên ji vê destana qehremaniyê re şahidî kirine."
Hefteya di navbera 21-28'ê Adarê de, ev demeke dirêj e ji aliyê gelê Kurd ve weke 'Hefteya Qehremaniyê' tê pênasekirin. Hefteya Qehremaniyê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera Kurd lê dijîn, bi çalakiyên cihêreng tê bîranîn. Duh, îro û wateya vê hefteyê, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ji ANF'ê re nirxand.
Hefteya Qehremaniyê kengî hat îlankirin? Di îlankirina hefteyeke bi vî rengî de armanc çi bû?
Hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê yên îro li Kobanê, Til Hemîs, Til Temir û Şengalê ji bo hêviya gelên me li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bibîr tînim.
Dema dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê were nirxandin; rastiya şehadetê her tim bi bûye xwedî cihekî taybet. Xwedîderketina li wasiyeta mirovên ji bo azadiya gelekî canê xwe bê hesab danîne holê, di nava PKK'ê de bûye pîvanek. Ji şehîdê destpêkê heta şehîdê dawî, PKK ji bo bibe şopdarê şehîdan her tim bi hesasiyetek mezin tevgeriya ye. Dilsoziya bi rastiya şehîdan a salên têkoşînê, li ser vê bingehê dewam kirin.
PÊNASEYEKE BI VÎ RENGÎ JI HER KESÎ BÊHTIR LI WAN DIHAT
Bi kurt û kurmancî, PKK ji dema destpêkê û vir ve her tim bi hesasiyeteke mezin nêzî rastiya şehadetê bûye. Û mînaka herî berçav a vê yekê meha Gulanê ye. 18'ê Gulanê weke roja şehîd hat îlankirin. Di Kongreya 3. a PKK'ê ya di dawiya Cotmeha sala 1986'an de biryar hat girtin ku roja şehadeta rêhevalê Mahsûm Korkmaz - Egîd, 28'ê Adarê weke Roja Hefteya Qehremaniyê bê îlankirin. Ji ber ku qehremaniya Kurd a ji Hawayê Hesinkar û vir ve derketiye holê, bi Mazlûm Dogan re di sala 1982'an de li zîndana Amedê hemdemî bû, di 28'ê Adara 1986'an de li Çiyayê Gabarê bi berxwedana gerîla ya Mahsûm Korkmaz a li dijî rejîma lekerî ya faşîst a 12'ê Îlonê re mayînde bû. Berxwedana zîndanê xwe gihand çiyê, gerîla û rêya azadî û hebûna gelê Kurd vekir. Lewma Kongreya 3. a PKK'ê roja şehadeta fermandarê mezin 28'ê Adarê weke Hefteya Qehremaniyê ragihand. Pênaseyeke bi vî rengî ji her kesî bêhtir li wan dihat.
DÎROKA JI NÛ VE AFIRANDINÊ YE
Di îspatkirina hebûna gelê Kurd de cihê qehremaniyê çi ye?
Rastiya qehremaniyê beriya her tiştî dîroka gelekî ya xwe ji nû ve afirandinê ye. Di nava gelek gelên li cîhanê de kêliyên bi vî rengî yên dîrokî hene. Eger gelek hînê nû derdikeve ser dika dîrokê û pêşengên wî gelî hebe, ew pêşeng êdî dibin qehremanên wî gelî, wan gelan. Her wiha, eger gelek bi tinebûnê re rû bi rû mabe, bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû be û li wê derê hin kes rabe ji asta herî jêrê serî rake û rêya azadiyê nîşanî wî gelê bûye kole bide, ew mirov qehreman in. Di wê kêliya dîrokî de ev rastî neyê dîtin jî, dîrok wê kêliya dîrokî ti carî ji bîr nake.
XETEKE MÎLÎTANIYÊ YA DI NAV DE NABE NÎNE
We gotin ku Hefteya Qehremaniyê di navbera 21'ê Adarê roja ji destdayîna jiyana Mazlûm Dogan û 28'ê Adarê roja ji destdayîna jiyana Mahsûm Korkmaz de hatiye ragihandin. Taybetmendiyên Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz xeteke bi çi rengî ya berxwedanê li Kurdistanê derxistin holê?
Dema mîlîtaniya PKK'ê tê gotin, ya ku di destpêkê de dikeve hişê mirovan, mîlîtaniya di nava bêderfetiyê de afirandina derfetan e. Yan jî mîlîtaniya pêkanîna rastiyeke zehmet e. Lewma mîlîtaniyeke di nav de nabe nîne, ye. Bi vê cewhera xwe re asta bilind e. Asta bilind a ruhê azadîparêziyê ye. Û yê ku ev da PKK'ê rêhevalê Mazlûm Dogan bû, ku bi taybetmendiyên kesayetiya xwe re di nava çar dîwaran de, ku hêviya serketinê nebû, berxwedaneke mezin nîşan da. Û taybetmendiyên wî yên bêhempa yên bawerî û biryardariyê ne. Taybetmendiyên sekna îdeolojîk e. Ji ber ku ev yek pêwendiya xwe bi zanebûneke mûezem heye, hunera mîlîtanên PKK'ê ya îro xwe nîşan dide.
Û bêguman Egîd yanî Mahsûm Korkmaz; ji serî heta neynûkê tê wateya rêhevaltî, hezkirin, dilsozî, dilnizmî, taktîk, hostatî, kûrbûna îdeolojîk û teorî û dîsîplîneke cewherî ya bêhempa. Yanî ji her alî vê tê wateya gerîlayekî.
Em bala xwe bidinê; gerîlayê Kurdistanê, armanca ku di gelek akademiyan de dixwaze xwe bigihîne, taybetmendiyên gerîla yên rêhevalê me Egîd yanî Mahsûm Korkmaz e. Lewma hem taybetmendiyên rêhevalê me Mazlûm Dogan hem jî taybetmendiyên rêhevalê me Mahsûm Korkmaz, wê îro jî, sibehê jî di nava mîlîtan û gerîlayên PKK'ê de weke taybetmendiyên divê esas bên girtin, bên dîtin.
ÊDÎ TAYBETMENDIYÊN GELEKÎ BÛYE QEHREMAN E
Di nava têkoşîna gelê Kurd a îro li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û rastiya di şoreşa Rojava de derketiye holê de, rastiya qehremaniyê xwedî wateyeke çawa ye?
Di roja îro de PKK û gelê Kurd serdemeke qehremaniyê dijîn. Em bala xwe bidinê; Berxwedan û sekna li dijî faşîzmê ya li Kobanê derket holê, bandorê li tevahiya mirovahiya cîhanê dike. Her wiha berxwedanên li gelek herêmên din ên Rojava, ji mirovahiyê re dibe îlham. Halbûkî her kes dizane ku Rojava cihekî deng û biçûk e, cografyayeke berî ye, berxwedana li hemberî hêzên mezin, teknîkên mezin ancax bi 'teslîmnebûnê' pêkane. Em dibînin Rojava, li dijî faşîzmê, weke wijdanê tevahiya cîhanê di nava têkoşîn û berxwedanê de ey. Û ya ku ev berxwedan mezin kir, dilsoziya bi berdêlên ji bo siberojên azad yanî dilsoziya bi şehadetan re ye.
Rastiya li Rojava û Şengalê derket holê, ev yek bi zelalî nîşanî tevahiya cîhanê da: Li dijî rêxistinbûyîna faşîst a bi navê DAIŞ'ê, yên navê dewletê li xwe dikirin rojekê jî nekarîbû bisekinin û reviyan. Her wiha yên ku qaşo dibêjin çend sal in şer dikin û xwe ji her kesî bêhtir Kurd dibînin, li dû xwe nenihêrî, reviyan û meydan terikandin. Ev reva ji Başûr ber bi Bakur ve, ji aliyê her kesên wijdan û çavên wan ne kor in ve hat dîtin. Hin kesan meydan terikandin û reviyan, hin kes jî ji çiyê daketin deştê û bi berdêla dayîna şehadetan ji bo azadiya gelê xwe meşiyan. Ev rastî di roja îro de ne tenê rastiya çend kesan e. Ev yek êdî bûye taybetmendiya gelekî, yanî taybetmendiya gelekî bûye qehreman.
Ji bo ciwanên Kurdistanê, di Hefteya Qehremaniyê de divê çi were kirin, dilsoziya rast a bi têkoşînê re çawa dibe?
Rêber Ap dibêje, "Nêrînek çiqasî rast be jî eger di nava endamên wê de rê li ber fedekariyeke ku pêwîstî pê hebe canê xwe di oxira wê de bide venekiribe, ew nêrîn neçare bitemire. Ev yek di nava me de bêhtir zindî ye. Di pêşveçûna pêşengiya PKK'ê de cihê şehîdên me yên destpêkê ewçend zelal e."
Ev tê çi wateyê; beriya her tiştî divê bi awayekî rast nêzîkatî li rastiya şehîdan were nîşandan. Îro li Kurdistanê hema bêjin her roj şehadet tê jiyîn. Li cihekî ewçend şehadet lê rû dide de, jiyaneke mîna ku tiştek nîne, bi yek gotinê nayê qebûlkirin. Sekneke bi vî rengî li her devera cîhanê tê lanetkirin.
Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û ciwanên Kurdistanê dikin, ku li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re di vê dema dîrokî de, hefteya qehremaniyê ji xwe re bikin wesîle û hîn bêhtir li dora şehîdan bicivin, tevlî refên gerîla bibin û biherikin çiyayên azadiyê.