Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûnç anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç (Şoreş Agir) di operasyona azadkirina gundên Kobanê jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç (Şoreş Agir) di Pêngava Azadkirina Kobanê de di pevçûna navbera YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de duh êvarî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûnç ji hêla rêveberên Kantona Kobanê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê kirin. Cenazeyê Tûnç birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Cenazeyê Tûnç wê bişînin Amedê û sibê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.