Fermandarê MSF’ê Sanharib Esam Yonan jiyana xwe ji dest da

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MSF) û fermandarê tabûra Şehîd Cûdî Sanharib Esam Yonan li Xabûrê jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MSF)  û fermandarê tabûra Şehîd Cûdî Sanharib Esam Yonan li Xabûrê jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi daxuyaniyekê ragihand fermandarê tabûra Şehîd Cûdî Hawro (Heval) Sanharib roja 23’yê Sibatê, piştî li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî herêma Xabûrê destpê kirin alîkariya hevalên xwe kir, di ava çemê Xabûrê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku îro cenazeyê wî hatiye dîtin.

Roja 23’yê Sibata 2015 çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Herêma Xabûr û gund Til Hirmiz ê Rojava kiribûn û ji şervanên MSF ku ji bo parastina gelê li Xabûrê şer dikirin 3 jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku piştî cebilxaneya wan xilas bûye jiyana xwe ji dest dane. Şervanên din jî bi alîkariya fermandar Hawro Sanharib hatibûn rizgarkirin.

MSF’ê aşkera kir ku ev zêdetirî mehekê ye li cenazeyê fermandar Sanharib Esam Yonan digerin û îro dîtine. Sanharib ê ji gundê  Til Şamîramê, li Hesekê dijiya. Beriya salekê ji bo parastina gelê xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê tevî MSF’ê bibû.

Şehîd Sanharib sibata 2014 tevlî tabûra Şehîd Abgar a ku bi tevger û li hemberî hemû xeteriyan şer dikir, bû. Di daxuyaniyê de hate diayrkirin ku Hawro Sanharib di demeke kurt de xwe pêş xist û dest bikaranîna çekên giran kir.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MSF) tevlî operasyona li Rabîa  û Til Koçer ên Rojava û Cezaayê û gelek operasyonên din bû.