Cenazeyê Mîrza Botan derbasî Başûr hat kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebdellah (Mîrza Botan) ê ku di berxwedan gunedê Hol de jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê bi sedan kesî ve hat oxirkin û derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê û Beravê bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Mîrza Botan ê ku di berxwedan gundê Holê de jiyana xwe ji dest daye, li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Di van beşdarên merasîman de Hevsroka Meclîsa qanûnsa a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn, Alîkarê Serokê Desteya Kar û Barên Şehîdan Hisên Şeref, nûnerên TEV-DEM’ê û Yekîtiya Star û malbata têkoşer Mîrza ya ku ji başûrê Kurdistanê hatibûn, amade bûn.
Piştî wergirtina cenaze girseya gel bi karwanekî wesayitan berê xwe da Deriyê sîror ê Sêmalka. Piştî ku girse gihişt deriyê sînor, tureneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asyîşê ve hat, lidar xistin.
Piştre jî li ser navê Yekîtiya Star û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku têkoşer Mîrza Botan ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, da ku di şoreşa Rojava ya ku weke şoreşa mirovahiyê tê bi navkirin de cihê xwe bigire û li dijî çeteyan şer bike.
Di axaftinana de hate gotin ku ciwanên Kurd ên ji her çar perçeyê Kudistanê ji bo parastina axa Rojava, berê xwe dan Rojava, di çeperên şer de cih girtin, li dijî çeteyan şer kirin û gelek ji wan gihiştin asta şehadetê û wiha hat gotin: ˮJi ber ku xwîn ciwanê kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê li ser axa Rojava, ket nava hev, dê kes nikaribe îradeya vî gelî bişkîne.ˮ
Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata têkoşer hat kirin.
Piştî vê yekê jî Apê têkoşer Mîrza Hisên Ebdellah got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilindin û soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawiyê de jî cenazeyê têkoşer Mîrza radestî malbata wî hat kirin û malbat di deriyê sînor rebderbasî Başûr bû.
Hate gotin ku wê cenazeyê têkoşer Mîrza Botan li Qeledizê bê veşartin.