‘Kurdên Bakur ên li Başûrê Kurdistanê divê teqez dengên xwe bikar bînin’

Nûneriya DBP’ê ya Hewlêrê bang kir ku Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dijîn, bila dengên xwe bikar bînin.

Nûneriya DBP’ê ya Hewlêrê bang kir ku Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dijîn bila dengên xwe bikar bînin.

Li ser navê nûneriyê, Şîlan Emînoglu ji ajansa me re axivî û got ku bi hevkariya komîteyên hilbijartinê yên li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û nûneriya DBP’a Hewlêrê re, xebatan dimeşînin û hewl didin alîkariya pêwîst bidin û got: “Her kesê dixwazin der barê dengdayînê de agahiyan bigirin, alîkariyê bigirin, teqez divê serî li van komîteyan bidin. Divê di hilbijartinan de yek dengekî ku neyê bikaranîn tinebe. Ji bo vê divê her kes seferber be.”

YÊN JI DOZA KCK’Ê CEZA GIRTINE, NEKARIN DENGAN BIKAR BÎNIN

Emînoglu destnîşan kir ji ber doza KCK’ê bi sedan kesên ku ceza girtine di van hilbijartinan de nekarin dengan bikar bînin û got ku kesên cezayê wan teqez nebûne, dikarin li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl dengên xwe bikar bînin.

Emînoglu wiha pêde çû: “Lê ji ber piranî kes bi qaçaxî hatine nekarin dengan bikar bînin. Ji ber ku di destê wan de pasaport tine, mafê rûniştina fermî negirtine. Lê kesên dikarin dengan bikar bînin, teqez divê roja hilbijartinê biçin ser sindoqan.”

JI BER EWLEHIYÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SINDOQ NAYÊN DANÎN

Emînoglu bi lêv kir ku ji bo hilbijartinên giştî ji bo li Başûrê Kurdistanê sindoq bên avakirin, serî li Sefaretxaneyên Tirk dane, lê sefaretxaneyan gotiye ji ber ewlehiyê nekarin sindoqê deynîn û got: “Sefaretxaneya Tirk ragihand ku ji ber şerê li herêmê wê nekaribin li Başûrê Kurdistanê sindoqan deynin. Sindoq wê tenê li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bê danîn.  Lê dîsa jî kesên pasaportên wan hebin dikarin biçin dengên xwe bikar bînin.”

DBP’Ê KOMÎTE AVA KIR

Emînoglu di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo her cure alîkariya hilbijartinan di nava hewldanan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo her kes dengên xwe bikar bînin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê wek nûneriya DBP’ê ya Hewlêrê otobusan kirê bikin û gel ji bo dengdanê bibin deriyê sînor. Yên divê biçin Tirkiyeyê dengên xwe bikar bînin, divê biçin. Me li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê komîte ava kirin. Gel bi hevkariya van komîteyan dikarin xwe bigihînin me.

Ji bo me her dengek pir girîng e. Ger sindoq li navendan bihatana danîn, wê her kesî bi rehetî dengên xwe bikar anîba. Kesên ji bo xebatê ji Bakur hatine Başûr hene. Li pêşiya van kesan ti astengî tine. Ji ber vê divê teqez ew biçin Tirkiyeyê û dengên xwe bikar bînin. Em ji bo wan amade ne her cureyê alîkariyê bidin. Kesên nekarîn serî li nûnerî û komîteyê bidin, dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin me.”