Newroz li Saratovê hat pîrozkirin

Cejna Newroz li bajarê Saratovê hat pîrozkirin.

Cejna Newroz li bajarê Rûsya Saratovê hat pîrozkirin. 

Di pîrozbahiyê de li gel Kurdistaniyan dostên wan ên Rûs jî amade bûn. 

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê, bernameya çandê ya pîrozbahiyê destpê kir.

Hunermend Erol Berxwedan, hunermendên herêmî û koma dansê ya Rûsyayê hunera xwe di pîrozbahiyê de pêşkêş kirin.

Beşdarên şahiyê li ber stranên hunermendan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.