Şervanê YPG’ê Scurfield, li Nottingham hat defnkirin
Hemwelatiyê Îngîltere şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê 2’yê Adarê di şerekî li Til Berak jiyana xwe ji dest da li Nottingam bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.
Hemwelatiyê Îngîltere şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê 2’yê Adarê di şerekî li Til Berak jiyana xwe ji dest da li Nottingam bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.
Hemwelatiyê Îngîltere şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê 2’yê Adarê di şerekî li Til Berak jiyana xwe ji dest da li Nottingam bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. Di merasîmê de malbata Scurfield, hevalên wî, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Li Til Berak a girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojava 2’yê Adarê di şerekî navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de hemwelatiyê Îngîltere şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) jiyana xwe ji dest da. Ji bo Scurfield duh li Nottingham du merasîmên cuda pêk hatin.
Ber bi saetên sibehê ve bi sedan Kurdistaniyên li Nottingham kom bûn, li ber dêra ku wê merasîma destpêkê pêk were kom bûn. Malbatê ku wek Kosta û hevalên wî yên têkoşînê wek Kemal behsa Konstandinos Erik Scurfield kirin, tabûta Scurfield bi alên YPG, YPJ, TEV-DEM, Îngîltere û Yewnanîstanê hat xemilandin.
Merasîma destpêkê ya ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Îngîltere ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivîn. Piştî merasîmê cenaze birin Dêra Ortodoks a Yewnan.
Li merasîma li Dêra Ortodoks a Yewnan malbat û hevalên Scurfield û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Di merasîma ku bi Yewnanî û Îngîlîzî pêk hat, ji ber di dêrê de cih nema bi sedan kes li ber deriyê dêrê rawestiyan. Piştî merasîma li dêrê cenazeyê Scurfield birin goristana li Nottingham a Willford Hill.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Scurfield li ser daxwaza malbatê bi alên li ser tabûtê hat defnkirin. Piştî defnkirinê bi sedan Kurdistaniyan dirûşma, “Şehîd Namirin” gotin. Li gora Scurfield a bi hezaran kulîlkan hat xemilandin dara zeytûnê hat çandin. Scurfield beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re gotibû, “Min li bin siya dareke zeytûnan veşêrin.”