Daxwaza ji nû ve darizandinê ya doza Kaymaz hat redkirin

Têkildarî doza Ugur Kaymaz parêzerên girêdayî Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo darizandin ji nû ve pêk bê serlêdan kirin lê dadgehê serlêdan nirxand û bê hincet red kir.

Têkildarî doza Ugur Kaymaz parêzerên girêdayî Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo darizandin ji nû ve pêk bê serlêdan kirin lê dadgehê serlêdan nirxand û bê hincet red kir. 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 21'ê Kanûna 2004'an polîsan li ber malê Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan û bavê wî Ahmet Kaymaz qetil kiribûn. Daxwaza doza têkildarî mijarê de ji nû ve pêk bê hincet hate redkirin. Piştî DMME'yê di 2014'an de têkildarî qetilkirina Ugur Kaymaz û bavê wî de biryara "Mafê jiyanê hate binpêkirin" da parêzerên girêdayî Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo darizandin ji nû ve pêk bê serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê dan. Dadgehê serlêdan nirxand û bê hincet daxwaz red kir.

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da bertek nîşan da û diyar kir ku kiryar hê ji aliyê dewletê ve tên parastin.