Li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê rapor

Têkildarî binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Şirnexê hatin jiyîn de raporek hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayê kirin, name û rojnameyên wan tên astengkirin...

Têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê hatin jiyîn de raporek hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin, name û rojnameyên wan tên astengkirin, pirsgirêkên xwarin û avê nayên çareserkirin. HDP li ser raporê ket dewrê û xwest lêkolîn bê kirin.

Di nav de ÎHD, Baro, TTB, SES, TUHAD-FED û EGÎTÎM SEN  jî heye rêxistinê civaka sivîl û mafên mirovan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê lêkolîn kirin.

Di raporê de agahiya ‘Li girtîgeha Tîpa T a Şirnexê  170 girtiyên siyasî, 788 girtiyên edlî bi giştî 958 girtî hene. Li girtîgehê 8 jê jin, 162 mêr bi giştî 170 girtiyên siyasî hene.’ hat dayîn.

Hat gotin ku li girtîgehê 76 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 23 kesan girane, navê girtiyên nexweş yên siyasî wiha ne:

"Hîkmet Kara, Sezgîn Baci, M. Emîn Sosin, Mehmet Behem, Îzzettîn Sevîlgen, Huseyin Bozkurt, Hiriş Memberi, Hasan Arslan, Mehmet Dursun, Ridvan Taniş, Siddik Batur, Yahya Altin, Hulkî Guneş, Mehmet Polat, Nimetullah Ozdag, Necman Oner, Mustafa Ozdel, Ramazan Ozyigit, Mehmet Darga, Meryem Abî, Songul Bagatir, Esmer Ayaz, Zeynep Erdem."

REWŞA GIRTIYAN

Hat gotin ku di raporê de bi 3 girtiyên siyasî û yek jî edlî re hevdîtin kirine û der barê rewşa wan de ev agahî hatin dayîn:

"SEZGÎN BACÎ: Ev 24 sale girtiye,nexweşê servîkal û lumbal dîsk hernîsî (fitqa stû û piştê) +KOHA’ê ye û 3 mehe berê  felç derbas kiriye.  Pisporê cerahiya mêjî daxwaz kiriye ku tedawiya fîzîkî bibîne û sewqê pisporê fîzîkê kiriye.  Lê ligel dema derbas bûye, ew nebirine.  Ji bo wî heyeta doktoran rapora nekare di girtîgehê de bimîne hatiye dayîn lê ev sê mehe bi hinceta pisporê cerahiyê tune rapor tê astengkirin.

ERDAL ARALAN: Ev 5 sale girtiye, ev 10 mehe li girtîgeha Şirnexê ye. Ji tahliyekirina wî re 5 meh maye. Raporên doktoran yên teşhîsa şîzofre-depresyon-dijsosyal heye. Berê ji bo ku neqlê girtîgeha vekirî bê vekirin, ji ber rapora wî 6 meh dereng ket destê wî, girtiyê ku ji cihê girtî tirsa wî heye û demek dirêj li girtîgehê maye nobetên psîkotîk derbas kiriye.Ligel ku bo girtîgeha vekirî daxwaza neqlê kiriye, jî neqla wî nehatiye kirin.

SONGUL BAGATIR:  Ev 22 sale girtiye fitqa wê ya piştê heye û ji ber vê jî doktoran rapor dayê ku divê demildest bê emelyatkirin. Lê ji ber ku piştî emelyetê plevral efuzyon bilind bibe û di şert û mercên girtîgehê de lênerîna wê nekare bê kirin, girtî nayê amelyatkirin û  nexweşiya wê jiyana wê ya rojane asteng dike. Têkildarî vê de di 2004’an rapora nekare di girtîgehê de bimîne bo wê hatiye dayîn lê hêj nehatiye tahliyekirin.

SEDAT ÇAYIR: Ev 24 sale girtiye, di revîrê de başkirinek hatiye kirin. Hekîmê girtîgehê di rewşên pêwist de nexweş sewqî doktorên pispor kiriye lê sewqên wan heta mehekê hatine dereng xistin.  Dema dibin nexweşxaneyê di wesayîta rîngê de tên sekinandin.  Dermanên ku doktor dinivîsine, heta 45 rojan şûnde tên dayîn. Xwarinên wan ne paqijin.  Ji bo nexweşên kronîk xwarinên diyetê nayên dayîn. Kapasîteya koxuşan 10 kese lê 18-20 tên bi cihkirin. Rojê saetek ava germ tê dayîn û ev jî têr nake.

TESPÎTÊN HEYETÊ

Di hevdîtinan de hat tespîtkirin ku kar û barên raporên girtiyan nayê temamkirin û deregn tên xistin; bi hinceta ewlehiya leşkerî sewqên bo nexweşxaneyan dereng tên xistin, nexweş sewqî nexweşxaneyan nayê kirin; di dema sewqkirinê de  maşîneyên RÎNG’ê yên ne baş tênbikaranîn, derman tên derengxistin, xwarinên diyetê nadin nexweşên kronîk.

Tespîtên din yên heyetê wihane: “Her wiha got diyar kirin ku ji bilî saetên mesayîyê şûnde dema doktor tunebin, mudaxaleyê nexweşên lezgîn nayê kirin, dema li 112 digerin jî doktor nayên, tenê xebatkarên teknîk tên şandin,  ligel ku faliyetên civakê hefteyê 10 saetin, tenê 2 saetan jê fêdeyê digirin û xwarinên xerab tên dayîn.”

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ

Di beşa serenavê 'Kar û barên lezgîn ên divê ji bo girtiyên bi nexweşiya giran werin kirin' a raporê de hat destnîşankirin ku divê raporên doktoran ên li ser van girtiyan tavilê bên peydakirin û girtiyên nikarin li girtîgehê bên ragirtin, yekser bên berdan.

Hat ragihandin ku pirsgirêka ewlekariyê ji ber rêveberiyê rû dide, lewma eger pêwîstî bê hebe divê rêveberî hejmara personelan zêde bike û bi vî rengî nehêle sewqa nexweşan dereng bikeve. Hat destnîşankirin ku divê nexweş bi ambûlansê werin sewqkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku dayîna dermanan mehek du meh piştî mûayeneyê nayê qebûlkirin û hat xwestin ku Wezareta Edaletê bi rêya dermanfiroşên xwedî peyman pirsgirêka dayîna dermanan çareser bike.

Di raporê de hat xwestin ku nexweşên ji tansiyon û nexweşiya şekir û yên mîna wan bên tespîtkirin û xwarinên li wan tê, werin dayîn.

Ji bo girtiyên ji nexweşên daqurî, divê nivîs balîfên ortopedîk werin dayîn.

Hat destnîşankirin ku li nexweşxaneyên dewletê, eger li derveyî dema kar heyetek ji doktoran ji bo girtî û hikumxwaran were avakirin, wê pirsgirêkên tenduristiyê çareser bibin.

Hat ragihandin ku divê di servîsa lezgîn a 112 a nexweşxaneyê re were şandin de, doktor hebe.

Di raporê de bal hat kişandin ser pirsgirêka kapasîteya koxûşan û hat diyarkirin, ku divê hejmara girtiyên li koxûşan li gorî kapasîteya koxûşan bên dîzaynkirin.

Di raporê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di mijarên av, name, rojname, karên civakî û xwarinê de ev xal hat destnîşankirin:

"Pirsgirêka avê divê bi xebateke koordîneyî ya di navbera rêveberiya girtîgehê û şaredariyê de, tavilê were çareserkirin.

Dayîna nameyan piştî 15-30 rojî niyeteke baş nîne, lewma divê name di dema herî zû de radestî girtiyan bê kirin.

Saeteke piştî hatina rojnameyan bo Şirnexê, rojname dikare bigihêjin ber destê girtiyan.

Xebatên civakî li gorî rêvebernameyê bibe deh saet.

Kargehên xwarinê çêdikin werin hişyarkirin, ku xwarinê baş û paqij çêbikin."

HDP KET DEWRÊ

Li aliyê din Parlamenterê HDP'ê Kemal Aktaş, ji bo binpêkirina mafan û pirsgirêkên di raporê de hatine diyarkirin werin çareserkirin, nimûneyek ji raporê ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û mînakek jî ji Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê re şand û xwest li Girtîgeha Şirnexê lêkolîn were kirin.