Ciwanên Êzidî hatin serdana Ahmet Turk
Komeke ciwanên Êzidî yên li bajarê Celle yê Elmanyayê dijîn, hatin serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk.

Hevşaredar Ahmet Turk, bi ciwanên Êzidî yên ji bajarê Celle hatin re li salona civînê ya Şaredariya Mezin hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser pirsa ciwanan a têkildarî rewşa Şengalê û ji nû ve avakirina Kobanê Turk got, “Dema em li dîrokê dinêrin tê dîtin ku xwişk û birayên me yên Êzidî rastî êş û komkujiyên mezin hatine. Niha li Şengalê têkoşîneke mezin heye. Ji bo xwişk û birayên me yên Êzidî gelê Kurd li Şengalê ji bo yekîtiyê têkoşîneke cidî pêş dixin. Yekîtiya gelê Kurd çawa li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê têk bir, wê li Şengalê jî wan têk bibe. Em di wê zanebûnê de ku wê pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê zor û zehmet be. Wek şaredariyên DBP’ê ji bo ji nû ve pêşketina Kobanê, me lez da xebatên xwe. Her şaredariyeke me, çi wezîfe dikeve ser milê wan wê pêk bînin. Têkildarî mijarê me bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn. Ji bo ji nû ve avakirinê pêwîst e tevayî aliyên hestyar xebatan bikin.”