Li Rihayê qeza: 12 kes mirin - HAT NÛKIRIN

Li ser rêya Kaniya Xezalan, di encama qezayeke trafîkê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane, Sûriyeyî ne.

Li ser rêya Kaniya Xezalan, di encama qezayeke trafîkê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane, Sûriyeyî ne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li şûna TOKÎ ya li ser rêya bejahî ya Riha-Kaniya Xezalan, wesayîtek li mîksera beton û mînîbusekê qelibî

Di qezayê de, tevî zarokan 12 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Rihayê. 

Xebatên ji bo vekirina rêya ji ber qezayê hat girtin, dewam dikin.