Artêşa Tirk bombe li qadên gerîla barand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, da xuyakirin ku bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevgera hewayî ya arêşa Tirk dewam dike.

Di daxuyaniya Navendê de li ser êrîş û tevgera artêşa Tirk de ev agahî hat dayîn:
"Ji 20'ê Adarê û pê ve li Qereqola Oremar û derdora wê ya li navçeya Colemêrg Geverê ku di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, tevgera leşkerî hatiye tespîtkirin û mewziyên nû hatine kolandin. Her wiha di 28'ê Adarê saet di navbera 10:00 - 11:00 de gule li qadên derdora qereqola Oremarê hatiye reşandin.
Di 28'ê Adarê saet di navbera 15:00 - 16:00 de, qereqola girê Çete ya li qada Heftanînê, ku di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi obus û hawanan Girê Şehîd Şêxmûs, Deriyê Dawetiya û Dola Deriyê Dawetiya bombe kiriye. Li hemberî van êrîşan hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv dane.
Di 28'ê Adarê saet di navbera 14:00 - 15:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa TC li herema Zapê keşif kirine."
ARTÊŞA ÎRANÊ BOMBE LI QENDÎLÊ BARAND
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di 28'ê Adarê saet di navbera 18:00 - 19:00 de qereqolên Îranê yên li ser sînorê herêma Qendîlê ne, bi obus, hawan û çekên giran qadên Dola Kokê û Şehîd Dilbirîn bombebaran kirine. Her wiha 2 helîkopterên Skorsky û helîkoptereke Kobra yên artêşa Îranê, bi hev li ser qada Girê Şehîd Nûda firiyane."