HPG: Li Şengalê 3 çete hatin kuştin

Li Şengalê, di encama çalakiyên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 3 çete hatin kuştin.

Li Şengalê, di encama çalakiyên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bi daxuyaniyekê, der barê çalakiyên li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin lidarxistin de, agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 28'ê Adarê saet di navbera 10:00 - 11:00 de li hemberî çeteyên li derdora girê Şehîd Erdal, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn û di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 28'ê Adarê saet di 16:00 de li derdora taxa Xeyr Nasir çalakiyeke sûîqestê pêk hatiye û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.