Koordînasyona Kantonên Rojava Cejna Ekîto pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) cejna Ekîto li gelên Suryanî-Asûrî-Keldanî pîroz kir.

Bi munasebeta cejna Ekîto ya ku her sal di 1’ê Nîsanê de tê pîrozkirin, Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) peyamek weşand.
Di peyamê de wiha hate gotin: "Em wekî Koordînasyon Giştî Cejna Ekîto li xwişk-birayên xwe yên Suryanî, Asûrî û Keldanî yên li Rojava û tevahî cîhanê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejin bi xêr û xweşî her sal bi ser we de bê û aramî û li Rojava û Sûriyê pêk bê. Her wiha gel jiyaneke bi rûmet, ewle û aram bijî."