Li Skoçyayê coşa Newrozê

Li paytexta Skoçya Edînbûrgê, bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Li paytexta Skoçya Edînbûrgê, bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên danê sibehê li Pottobello Town Hall'ê hatin cem hev, bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi pîrozbahiya xwe kirin. Piştî xwendina sirûda Ey Reqîp, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2015'an ku ji aliyê parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ve hat xwendin, di sînevîzyonê de hat nîşanda.

Paşê li peyama Newrozê ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşe û guhdarîkirin.

Di pîrozbahiya ku parlamenterên Partiya Scotish Labour Hanzala Malîk, Sheîla Gîlmore û Alîkara Şaredarê Edînbûrghê Baîlîe Aîtken destek dan de, her wiha nûnerên MLKP, PJAK û PYD'ê peyam xwendin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a Brîtanyayê Arzû Peşmen jî axivî. Peşmen bal kişand ser şoreşa Rojava û hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê.

Peşmen got, "Hemû hewldanên me ji bo serketina HDP'ê û cihgirtina wê li parlamentê ye" û destnîşan kir ku divê coşa Newrozê bandora xwe li sindoqên hilbijartinê jî bike. Peşmen anî ziman ku ew girîngiyê didin hewldan û dengê her kesî û got, "Pêwîste heta roja hilbijartinê em hemû bixebitin û dengê xwe bidin HDP'ê."

Di pîrozbahiyê de Koma Muzîkê ya Mala Gel a Edînbûrg, koma govendê û Koma Zelal derketin ser dikê.