Li Til Temirê derba giran li çeteyan hat xistin

Li gundên Xêbiş û Til Nesrî yên li rojavayê Til Temirê, di pevçûnên duh bi şev bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re destpê kirin de 8 çete hatin kuştin.

Li gundên Xêbiş û Til Nesrî yên li rojavayê Til Temirê, di pevçûnên duh bi şev bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re destpê kirin de 8 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet derdora 20.00’an de li gundê Xêbiş ê li rojavayê Til Temir, ji 3 nuqteyan ve êrîşî çeperên Hêzên Hevbeş kirin. Li ser vê yekê Hêzên Hevbeş bersiv dan û pevçûn derket.

Di encama van pevçûnên ku heta derengiya şevê dewam kirin û êrîşên çeteyan hatin şikandin de,  6 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Herwiha gelek wesayîtên leşkerî û dozerek ku xendekan pê dikolin hatin derbkirin.

Li ser pevçûnên dijwar ên li Xêbiş destpê kirin, çeteyan vê carê li gundên Til Nesrî êrîş kirin. Di encama pevçûnên li vê derê de jî 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li aliyê din Hêzên Hevbeş şevê din li gundê Til Baz ê li başûrê Til Temir li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist. Der barê encamên çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.