'Doza Liceyê bila bibe wesîleya heqîqetê'
Doza Komkujiya Liceyê di 1'ê Nîsanê de li Îzmîrê destpê dike. Parêzerê dozê Yûnûs Mûratakan bi wesîleya dozê bal kişand ser nîqaşên Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a bi pêvajoya çareseriyê re ket rojevê.
Doza Komkujiya Liceyê di 1'ê Nîsanê de li Îzmîrê destpê dike. Parêzerê dozê Yûnûs Mûratakan bi wesîleya dozê bal kişand ser nîqaşên Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a bi pêvajoya çareseriyê re ket rojevê.
Doza Komkujiya Liceyê di 1'ê Nîsanê de li Îzmîrê destpê dike. Parêzerê dozê Yûnûs Mûratakan bi wesîleya dozê bal kişand ser nîqaşên Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a bi pêvajoya çareseriyê re ket rojevê û got, "Bila Doza Komkujiya Liceyê ji bo lêkolînkirina heqîqetê weke firsenda destpêkê bê nirxandin. Bi rêya vê dozê em heqîqetê derxînin holê."
Rûniştina "Doza Komkujiya Liceyê" ku 15 gundî û Tûggeneral Bahtiyar Aydin hatin kuştin, di 1'ê Nîsanê de wê li Îzmîrê destpê bike. Di doza ku roja demê di ser derbas bibûya hat vekirin û bi çend meh in bajar bi bajar tê gerandin de, tê payîn ku du leşkerên bersûc yekemcar derkevin pêşberî dadgeriyê.
Di 22-23'ê Cotmeha sala 1993'an de ku 'konsepta şerê qirêj' li hemberî gelê Kurd bi şêweyê herî giran dihat meşandin de, dewletê li Liceyê mora xwe avêt binê komkujiyekê.
Di 22'ê Cotmeha 1993'an de hat îdîakirin ku PKK'ê avêtiye ser navenda Liceyê û piştre Fermandarê Baskê Asayîşê yê Jendermeyan Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Îlker Başbûg ên wê demê, Fermandarê Jendermeyan ê Herêma Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin şandin Liceyê.
Li gorî îdîayan, Bahtiyar Aydin li navenda navçeyê, di dema pevçûna bi PKK'ê re li hewşa qereqolê ji aliyê segvanekî ve bi çeka "kanas" bi guleya li serî ketî, hat kuştin. Hovîtiya li hemberî Liceyê piştî vê cînayetê destpê kir.
Di nava du rojan de ku weke "Komkujiya Liceyê" cihê xwe di dîrokê de girt, navenda Lice û gundên wê bi 48 saetan bi çekên giran hatin gulereşandin. Di roja destpêkê de kolan, mizgeft, dibistan û avahiya şaredariyê tevî ku mirov tê de hebûn jî hatin bombekirin û hilweşandin. Li dû vê hovîtiyê, malên şewitî, dûxan, xwîn û hêsrên çavan li Liceyê man.
Bi qasî hefteyekê têkiliya navçeyê bi cîhanê re hat qutkirin. Bi rojan agahî ji Liceyê nehat girtin. Di encamê de jî Tûggeneral Bahtiyar Aydin, 5 zarok, mamosteyek bi giştî 16 kes hatin kuştin.
EDALETA EV 22 SAL IN NAYÊ
Gelê Liceyê ku piştî komkujiyê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê meşand, tevî hemû hewldanan jî encamek bi dest nexist. Di roja ku li gorî qanûnan dem wê di ser dozê re derbas bibûya, gilînameya Dozgeriya Amedê ji aliyê 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Der heqê Fermandarê JÎTEM'ê yê hingî Tûncay Yanadardag û Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Amedê Esref Hatîpoglû de doz hat vekirin. Di dozê de der heqê bersûcan de hat xwestin ku ji ber sûcên "Bi zanebûn kuştina mirovan", "Teşwîqkirina gel ji bo îsyan û qetilkirina hev" û "Ji bo sûc bike rêxistin ava kirine" yên TMK, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî û cezayê hepsê yê 24 salan werin cezakirin.
Lê belê dozê destpê nekir û du caran hat sirgûnkirin. Bi hinceta "ewlekariya bersûcan" doz ji Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê re hat şandin. Dema hat fêmkirin ku li Eskîşehîrê "dadgeha xwedî erka taybet" nîne, vê carê doz birin Îzmîrê. Lê belê doz li Îzmîrê jî demeke dirêj destpê neir. Li ser daxwaza bersûcan a "divê HSYK destûra darizandinê bide" dosya ji nû ve ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Dadgeha Bilind daxwaz red kir û dosya ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şand.
DEWLETÊ BAHTIYAR AYDIN KUŞT
Di gilînameyê de bi şahid û delîlên xurt re hat destnîşankirin, ku Bahtiyar Aydin ê bi awayekî rexnekirinê nêzî şîdeta dewletê ya wê demê dibû, ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin. Dewlet hem ji leşkerê xwe rizgar bûbû hem jî ev cînayet kiribû sedema komkujiyê.
Ji şahidan Îsmaîl Kîraz diyar kir ku li pişt tabûrê tîmên taybet hebûn û got, "Ne pêkane ku Bahtiyar Aydin Paşa li ber deriyê tabûrê bê kuştin. Deriyê tabûrê li hewşê dinêre, li pişt derî jî çiya heye. Lê belê ji çiyê deriyê tabûrê nayê dîtin. Aliyê din jî deşt e. Li pêşberî deriyê tabûrê Dibistana Herêmê ya Seretayî ya Leylî (YÎBO) hebû. Ancax ji wir dikarî bihata kuştin. Li wir jî leşkerên taybet ên ji Bolû û Kayseriyê diman."
Ji şahidan Nevzat Ozbahçivan jî anî ziman ku timî ji aliyekî ve gule dihat reşandin û bi van gotinan behsa roja komkujiyê kir: "1-2 saetan ji aliyê Sûka Liceyê ji tabûrê ve gule hatin reşandin, li hemberî vê gulereşandinê ti bersiv nehat. Helîkopter hat, wê jî ji hewa gule reşand. Di vê kêliyê de topeke tankê li selikeke tirî ya li nêzî min ket, tirî bi hewa ketin. Ez ji şûna xwe ranebûm. Piştî 3 saetan 3 helîkopterên Kobra û 6 maşînên zirxî ji tabûrê derketin û gule li malan reşandin. Heta saetên dereng jî gule dihat reşandin. Yên li kolanan bûn yekser dihatin kuştin. Hin ji xwendekarên ji dibistanê derketin û reviyan malê jî rastî guleyan hatin. Berêvarê dema dengê çekan qut bû, em bi bezê çûn malê. Me bihîst ku Aydin Paşa hatiye kuştin. Gotin bi kanasê hatiye kuştin. Lê belê ne pêkane ku li ber tabûrê bi kanasê bê kuştin. Piştî gulereşandina malan û reşaniyê xwe berda erdê, kargeh hatin şewitandin. Kesekî bi navê Alî Şanli dema hewl dida biçe malê hat kuştin. Min wê rojê PKK'yî li navçeyê nedît."
DI 1'Ê NÎSANÊ DE DIBE KU BERSÛC DERKEVIN PÊŞBERÎ DADGER
Doz wê di 1'ê Nîsanê de li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê destpê bike. Tê payîn ku bersûc Yanardag û Hatîpoglû cara yekemîn derkevin pêşberî dadger.
Yûnûs Mûratakan ê ku weke zarokekî ji komkujiyê re şahidî kir û îro weke parêzer tevlî rûniştinê dibe û got, "Di roja ku dem wê di ser bibihuriya de doz hat vekirin. Piştî lêpirsîna 20 salan dosya hat qonaxa sozê. Lê belê bi mehane em li benda destpêkirina darizandinê ye. Di 1'ê Nîsanê de wê darizandin destpê bike. Eger bersûc bên rûniştinê, wê yekemcar be ku em ê hev du bibînin."
Parêzer Mûratakan komkujiya li Liceyê bibîr xist, bal kişand ser nîqaşên Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a bi pêvajoya çareseriyê re ket rojevê û got, "Bila Doza Komkujiya Liceyê ji bo lêkolînkirina heqîqetê weke firsenda destpêkê bê nirxandin. Bi rêya vê dozê em heqîqetê derxînin holê."