Li Bregenzê Newroz hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Awûstûrya Bregenzê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê Hanîfe Ceylan axivî. Ceylan rewşa dawî ya siyasî nirxand û ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê banga hişyariyê li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.

Di şevê de, bi rêya sînevîzyonê peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşan dan û ji bo HDP'ê standa hilbijartinê hat danîn.

Hunermend Cîhan Çelîk, Bengî Agirî û Gulseher jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahiay Newrozê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.