Gelê Wanê wê di 4'ê Nîsanê de li Amara be

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, gelê Wanê vexwend pîrozbahiyên li Amara.

Li Wanê, ji bo tevlîbûneke girseyî ya li pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xebat dewam dikin. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, gelê Wanê vexwend pîrozbahiyên li Amara.

Der barê mijarê de Hevserok Şahîn li avahiya DBP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku ew ê di 3'ê Nîsanê e bi awayekî girseyî biçin Amara.

'JI BO BIRÊZ OCALAN EM ÇI BIKIN KÊM E'

Şahîn got, "Di 4'ê Nîsana 2015'an de em ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku em duh, îro û siberoja xwe deyndarê wî ne, pîroz bikin" û destnîşan kir ku Ocalan ji bo cîhaneke bi aştî û azadiyê ji gelên tên înkarkirin û hemû gelên cîhanê re bihêle, ev 16 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de li ber xwe dide.

Şahîn bal kişand ser manîfestoya di Newroza 2013'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat aşkerakirin û diyar kir ku bi vê yekê re deriyê demeke nû hatiye vekirin, ji bo aştiyeke bi rûmet a gelan ketiye nava hewldanên mezin.

Şahîn got, "Em dizanin ku ji bo Birêz Ocalan em çi bikin kêm e. Lê belê ya ku dikeve ser milê me gelan ew e ku em xwedî li nêrîn û têkoşîna wî derkevin, bixin meriyetê. Ji bo vê em têdikoşin."

'EM TEVAHIYA GELÊ XWE DAWETÎ AMARA'

Şahîn ragihand ku di serî de partiyên siyasî DBP-HDP, MEYA-DER, TUYAD-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, GOÇ-DER û VADAY-DER'ê ew ê bi gel re li navçeya Riha Xelfetiyê di 4'ê Nîsanê de bi awayekî girseyî rojbûna Ocalan pîroz bikin û ji bo vê xebatên xwe dewam dikin. Şahîn got, "Ji ber vê yekê em ê di 3'ê Nîsana 2013'an saet di 10:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr bicivin û bi awayekî girseyî bikevin ser rêya Amara. Gelê me yê dixwaze biçe Amara em bang dikin ku serî li rêxistinên me yên navçeyan bide û di 3'ê Nîsanê de li ber avahiya partiyê bicive."