Newroz li Polonya û Norwêcê hat pîrozkirin-HAT NÛKIRIN
Li bajarê Polonya Varşovayê û li paytexta Norwêc Osloyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li bajarê Polonya Varşovayê û li paytexta Norwêc Osloyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li bajarê Polonya Varşovayê û li paytexta Norwêc Osloyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
VARŞOVA
Di pîrozbahiyê de, li gel Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Polonyayê dijîn, akademîsyen û xwendekarên ji welatên cuda, amade bûn.
Jin û ciwan bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn û piştî pêxistina agirê Newrozê li ber sirûda Ey Reqîp deqeyek rêz hat girtin.
Li dû xwendina belavoka Newrozê, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê di sînevîzyonê de hat nîşandan. Akademîsyen û xwendekarên Polonyayî jî di pîrozbahiyê de axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Di pîrozbahiya ku bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kurdistanê-Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Biratiya Gelan" hatin qîrîn de, Koma Hezex û ji Çarnewa Silêman derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
OSLO
Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurdan li semta Manglerûdê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Di pîrozbahiya ku Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û Norwêcî lê amade bûn de, ji partiya Sor a Norwêcê Marî Eîfrîng û li ser navê KCD Hawar Roj peyivîn.
Her wiha Bêrîvan, Rûbar Şîno, Erol Berxwedan, Nebez û Dunya Makuryanî, koma zarokan a Koma Şehîd Dilxwaz û Ferhad Kanat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiyê de Heyva Sor a Kurdistanê û Komeleya Çanda Kurdistanê kelûmelên bi destan hatine çêkirin û kincên gelêrî yên Kurdan firotin û ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî kom kirin.