Li Miksê 5 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Wan Miksê, bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê de poster rakirine 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wan Miksê, bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê de poster rakirine 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wan Miksê, polîsan danê sibehê 5 kes kirin binçavan.

Serkan Hazir, Mekî Almaz, Firat Çabalak, Mîthat Merhem û kesekî navê wî nehat zanîn ên li navenda navçeyê bi hev re digeriyan, hatin binçavkirin. 

Welatiyên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin, bi hinceta ku di çalakiyên Newrozê de posterên Endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin Metîn Altindaş ên ji ber teqîna mayînê ya li ser sînorê Kobanê jiyana xwe ji dest dan hilgirtin, hatin binçavkirin.