KONGRA GEL 4'ê Nîsanê pîroz kir

KONGRA GEL bi wesîleya 4'ê Nîsanê peyamek weşand û got, "Rêber Apo hêvî, roj û ronahiya vê sedsalê ye."

KONGRA GEL bi wesîleya 4'ê Nîsanê peyamek weşand û got, "Rêber Apo ne tenê ji bo jin û gelê Kurd, ew hêvî, roj û ronahiya vê sedsalê ye." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserî bi azadiya Ocalan pêkane û hat ragihandin ku AKP'ê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye. KONGRA GEL ji bo meş û serdana Amarayê, banga tevlîbûneke xurt kir.

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya sala 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'JI NÛ VE BÛYÎNA GELÊ KURD BI RÊBER APO RE PÊK HATIYE'

"Em sala 66. rojbûna Rêber Apo bi hezkirin û dilsoziyeke mezin pîroz dikin. Sala 66. a rojbûna mirovê azad û jiyana azad, li tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemû rêhevalên Rojê pîroz be. Rojbûna RAêber Apo, hilhatina vîna ji nû ve bidestxistina wekhevî, biratî, aştî û azadiya bi zorê ji destê gelan hatiye girtine."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destketiyên cidî yên Ocalan afirandiye û ev xal hat destnîşankirin: "Li ser bingeha azadiyê ji nû ve vejîna gelê Kurd ê bi polîtîkayên asîmîlasyona çandî, dagirkerî û îhlaqê li ber tinebûnê bû, bi Rêber Apo re pêk hatiye. Berê jinan da têkoşîna rûmet û azadiyê û ew ji nû ve gihand jiyanê. Bi ji dayik bûna Rêber Apo re gelek çêbû, nasnameya jinê ya azad derket holê. Ev yek ji nû ve avabûna civaka azad û demokratîk e. Rêber Apo ne tenê ji bo jin û gelê Kurd, ew hêvî, roj û ronahiya vê sedsalê ye. Vejîneke dîrokî di kesayet û çalakiya xwe de pêk aniye.

Di nava dorpêçiya sîstema serdest de yê ku hişmendî û ruhê azadiyê da gelê me yê bi tinebûnê re rû bi rû bû, yê ku gel rakir ser piyan, baweriya ji xwe afirand, birêxistin kir û veguherand hêzeke têk naçe Rêber Apo ye. Ji ber şoreşa xwe ya mezin a mirovahiyê re, bû hedefa herî mezin a mêtîngeriya hov û sîstema kapîtalîst a cîhanê.

Rêber Apo bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li dijî mercên tecrîda giran a sîstema Îmraliyê û bi paradîgmaya xwe ya li ser bingeha azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk re, li hemberî sîstema kapîtalîst sîstemeke demokratîk a alternatîf pêşkêş kir."

'ÇARESERÎ AZADIYA RÊBER APO YE'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya paradîgmaya Ocalan de ku yekane rêya rizgariya mirovahiyê ye, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd jî têkoşîna xwe bilind kirine û komploya navneteweyî bê encam hiştine. Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Lê belê rewşa dîlgirtî ya Rêbertiya me, di dilê gelê me de birîneke kûr e ku her diçe mezin dibe. Dermanê vê birîna kûr, azadiya Rêber Apo ye. Daxwaza bingehîn a gelê me jî ev e. Bi mîlyonan mirovî di pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê de bi şiyar 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' ev yek anîn ziman."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Rêber Apo ye. Ev yek di heman demê de pêkhatina aştî, aramî û demokrasiyê li Tirkiyeyê ye, xilasbûna Tirkiyeyê ji xefikên darbeyên hundir û derve ye." Hevserokatiya KONGRA GEL da zanîn ku hikûmeta AKP'ê heta roja îro bi rêbaza mijûlkirinê re gavên pêwîst ên ji bo çareseriyê neavêtiye û diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên alîgirê demokrasî û aştiyê, divê têkoşîna hevpar bilind bikin û çareseriyê ferz bikin.

JI BO MEŞA AMARA BANGA TEVLÎBÛNA XURT

KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de ragihand ku 4'ê Nîsanê ji bo pêşeroja azad a gelan, ji bo bilindkirina berxwedana demokratîk û yekîtiyê firsendeke girîng e û ev bang kir: "Di serî de jin û ciwan divê hemû dost û rêhevalên rojê bi xurtî beşdarî meş û serdana Amara ya 4'ê Nîsanê bibin û ji bo sala 2015'an bibe sala azadiya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin."

KONGRA GEL, rojbûna Ocalan li gel, hevalên têkoşînê, dost û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.