Li Til Temirê 11 çete hatin kuştin

Di çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Til Temirê 11 çete hatin kuştin.

Di çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Til Temirê 11 çete hatin kuştin.

Hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li gundên Til Nesrî, Xêbiş û Til Şamîran ên Til Temirê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn.

Hêzên YPG/YPJ'ê duh danê nîvro li Til Şamîran a li rojavayê Til Temirê, maşîneke çeteyan xistin kemînê û di encamê de 5 çeteyên di maşînê de hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li gundên Til Nesrî û Xêbişê jî, di çalakiyên sûîqestê yên hêzên YPG'ê de 4 çete hatin kuştin.

Di pevçûnên duh bi şev ên li gundê Til Bazê 2 çete hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Li herêma di navbera Til Şamîran û Xêbişê, çeteyan pê li mayîna xwe kirin û lê der barê mirî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.