Şervanên YPG’ê Rêzan û Hogir ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û gundên girêdayî wan cenazeyên şervanên YPG’ê Rêzan Raêd û Hogir ku di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û gundên girêdayî wan cenazeyên şervanên YPG’ê Rêzan Raêd û Hogir ku di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Bi armanca beşdarbûna merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Umer Silêman (Rêzan Raêd) ku 1’ê Nîsanê di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê Endamê hêzên Asayîşê Îbrahîm Umran (Hogir) ku  25’ê Sibatê di heman berxwedanê de jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û gundên girêdayî wan li pêşiya Navenda Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn.

Girseya gel ku wêneyên têkoşeran, al û sembolên Kurdî rakiribûn, bi dirûşman dilsoziya bi şehîdên YPG’ê û YPJ’ê re cenazeyên her du têkoşeran wergirtin. Welatiyan piştî ku cenaze wergirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ketin rê.

Piştî ku girseya gel gihîşt Goristanê li vir merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî û bal kişand ser berxwedana leheng a şervanên YPG’ê û YPJ’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku rola hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê di serketina berxwedanê de gelekî girîng e.

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî û wiha got: “Şehîdan bi xwîna xwe ya zelal axa Rojava ava dan. Em ti carî nahêlin çete derbasî vê axa pîroz bibin û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Ti carî çeteyên DAIŞ’ê nikarin vîna azad a gelê me bişkînin.”

Her wiha li ser navê malbatên her du têkoşeran axaftin hatin kirin û têde hate diyarkirin ku ew ê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Di dawiya merasîmê de her du cenaze li gel tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.