Li Şengalê du gerîlayên YJA Starê jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya HPG/YJA Star a Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, di pevçûnên li Şengalê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya HPG/YJA Star a Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, di pevçûnên li Şengalê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya HPG/YJA Star a Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, di pevçûnên li Şengalê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya berxwedana me ya li Şengalê de pevçûn dewam dikin" û ev agahî hatin dayîn:
"Di 2'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 û 14:00 de di pevçûnên li derdora Sûka Jêr de bi çekên ferdî li çeteyan hatiye xistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, maşîneke çeteyan jî hatiye derbkirin. Piştî van pevçûnan tevgera çeteyan a li derdora Taxa Sûka Jêr zêde bûye û pevçûnan heta saet 16:30 de dewam kirine. Di pevçûnên li vir de du gerîlayên me yên YJA Starê li ber xwe dane û şehîd ketine.
Hevalên me Zîlan Piling (Sîbel Abo) û Bêrîvan Çarçela (Gûrbet Çîftçî) yên di pêvajo têkoşîna şerê gel ê şoreşger de berê xwe dan çiyê, piştî perwerdeyê sekneke biryardar a têkoşînê derxistin holê û li qadên wezîfeyê bi berpirsyariyên xwe rabûne."
'TEVLÎBÛNEKE MÎNAKDAR NÎŞAN DAN, EM Ê BI BÎRANÎNA WAN RE DILSOZ BIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Piling û Çarçela li dijî komkujiyên çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê yên li Şengalê li hemberî gel û jinên Kurd ên Êzidî, ruhekî berxwedêr ê bilindkirina têkoşîna jinê li Şengalê derxistin holê û hat gotin, "Rêhevalên Zîlan û Bêrîvan bi têkoşîna xwe ya berxwedêrî û sekna lehengî re, wezîfeyên dîrokî radestî me kirine. Rêhevalên me Zîlan û Bêrîvan ên di destpêka berxwedana Şengalê de ev wezîfe bi berpirsyariye mezin hilgirtin, bi awayekî mînakdar tevlî têkoşîna azadiyê ya jinê bûne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi vê hişmendiya dîrokî bi bîranîna van rêhevalan re dilsoz bin."
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengîye:
Nasnav: Bêrîvan Çarçela
Nav-paşnav: Gûrbet Çîftçî
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Aysel-Davût
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 2'ê Nîsana 2015 / Şengal
Nasnav: Zîlan Piling
Nav-paşnav: Sîbel Abo
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navê dê-bav: Kewê-Hamît
Cihê ji destdayîna jiyanê: 2'ê Nîsana 2015 / Şengal