Li Xalfetî yekemîn agirê 4’ê Nîsanê hat pêxistin

Girseya bi şîara "Ji Rêbertî re Azadî" ber bi Xalfetî ve diherike, yekemîn agirê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêxist.

Girseya bi şîara  "Ji Rêbertî re Azadî" ber bi Xalfetî ve diherike, yekemîn agirê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêxist.

Li navçeya Xalfetî ya Rihayê ku 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê were pîrozkirin, li Qada 4’ê Nîsanê “4 Nîsan Parka Azadiyê” ya Xalfetî, pîrozbahiyan zû destpê kir. Kesên ji Botan, Serhed, bajarên derdor û herêmên cuda yên Tirkiyeyê bi derfetên xwe gihiştin Xalfetî, li parkê hatin gel hev. Li parkê ku amadekariyên çêkirina dikê û xemilandin didome, girse li ber dahol-zurna û erbaneyan govend gerand.

Girseya dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo","Bijî Berxwedana YPG/YPJ" berz dikin, ji niha ve dest bi bernameya ku wê sibe saet 15.00’an destpê bike kirin.