Li Wanê bi hezaran kes ketin ser rêya Amara
Bi hezaran kesên li Wanê li hev civiyan, ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Amarayê bibin, ketin ser rê.
Bi hezaran kesên li Wanê li hev civiyan, ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Amarayê bibin, ketin ser rê.
Ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Amarayê bibin, bi hezaran kesên li ber Meclîsên Taxê, Rêxistinên Navçeyan û avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê li hev kom bûn, bi otobus û wesayîtên taybet ketin ser rêya Amarayê.
Mîna ji her devera Kurdistan û Tirkiyeyê, ji Wanê jî bi hezaran kes ji bo beşdarî pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, ketin ser rêya Amarayê. Bi hezaran kesên danê sibehê li ber avahiyên DBP-HDP ên bajar û navçeyan û Meclîsên Taxê kom bûn pankarta bi nivîsa "Rojbûna te pîroz be ey Serok" vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriyan. Girseya gel govend gerand û dûre bi bi dehan otobus û bi sedan wesayîtên taybet, ketin ser rêya Rihayê.