HPG: Artêşa Tirk kemînan datîne û keşfê dike
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk ji 27'ê Adarê û vir ve kemînan datîne û keşfê dike.
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk ji 27'ê Adarê û vir ve kemînan datîne û keşfê dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser liv û tevgera artêşa Tirk daxuyaniyek da û got, "Di 2'ê Nîsanê saet di navbera 20:00 - 21:00 de li qada Kaşûra ya herêma Metîna û di 3'ê Nîsanê saet di navbera 03:30 - 04:030 de li herêma Gareyê, artêşa Tirk bi pêgerên xwe yên hewayî yên bê mirov, keşif kiriye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 27'ê Adarê û vir ve li navçeya Mêrdîn Kerboranê û li qada gundê Beyvan ê ser bi Kerboranê, artêşa Tirk bi maşînên zirxî kemîn danî ye.
ATRÊŞA ÎRANÊ JÎ KEŞIF KIR
HPG'ê da zanîn ku di 2'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 - 15:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa îranê bi armanca keşfê di ser qada Xakurkê de firiyane.