Şervanê YPG’ê Mazlûm û endamê Asayişê Welîd hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) û endamê Asayişê Xalîd Welîd ku bi eslên xwe ji Ereb in, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) û endamê Asayişê Xalîd Welîd ku bi eslên xwe ji Ereb in, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) û endamê Asayişê Xalîd Welîd ku bi eslên xwe ji Ereb in, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) li Til Temir di 1’ê Nîsana 2015’an de di berxwedana şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Endamê Asayişê Xalîd Welîd jî di 2’yê Nîsana 2015’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) îro ji gundê Hîmo yê girêdayî Qamişlo bi konvoyek mezin anîn Mala Gel a Taxa Enteriyê. Cenazeyê Mazlûm û Welîd ji aliyê girseya gel ve li ser milan bi meşê birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.
Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civakî yên sivîl jî amade bûn. Her wiha alên YPG, YPJ, Yekîtiya Star û posterên cangoriyan hate hildan.
Piştî girse gihîşt goristanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Serokê Desteya Karûbarên Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer sersaxî ji malbatan re xwest. Umer diyar kir ku îro bi saya van cangoriyan Rêveberiya Xweser li tevayî cîhanê tê naskirin û dewletên cîhanê rêz digirin. Umer got ku bi ked û xwîna van cangoriyan Rojava îro ew bi serokwezîrên dewletan re rûdinin.
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fayîq Hemo axivî û destnîşan kir ku bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan ketiye nava hev û êdî ti kes nikare vîna vî gelê ku bûye yekbeden bişikîne.
Piştî axavtinan nasnameyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Li ser navê malbata şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm biraziyê wî Yusuf Silêman diyar kir ku îro bi xwîna van ciwanan axa pîroz a Rojava tê avdan û şitlên azadiyê mezin dibin. Silêman got: “Em wek Ereb û Kurd destûr nadin ne DIAŞ ne jî ti hêzên din derbasî axa me ya pîroz bibin. Em ê heya dawiyê li dijî wan têkoşîn bikin.”
Bavê endamê Asayişê Xalid Welîd, Cemîl Welîd jî got: “Ez bejna xwe li hember hemû dayikên dilşewat ditewînim. Ji ber ku îro ev dayik van zarokan mezin dikin û rê dikin çeperên şer. Îro ti cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tine ne û hemû bûne yek.”
Di dawiya merasîmê de cenazeyên cangoriyên azadiyê bi dirûşmên, “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hatin spartin axê.
Konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm li gundê Hîmo yê Qamişlo hatiye vedan û konê sersaxiyê yê endamê Asayîşê Xalîd Welîd jî li qada Sihayî ya Taxa Kornîş hatiye vedan.