Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed şandin Kobanê

Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda), ku di pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mihemed ber bi Kobanê ve hat şandin.

Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda), ku di pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mihemed ber bi Kobanê ve hat şandin.

Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda) roja berê di pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Dewlet a Pirsûsê. Piştre jî Mihemed sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan hat kirin. Li vir jî, ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Taybet a Ûrsû hat kirin.

Mihemed, tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mihemed ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. 

Piştî malbata Mihemed hat cenazeyê xwe teşhîs kir, cenaze wergirt û berê xwe da Kobanê.