Artêşa Tirk kemînan datîne ber gundiyên bazirganiya sînor dikin
Hate hînbûn ku Artêşa Tirk li dijî kesên li herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bazirganiya sînor dikin, kemînan datîne.
Hate hînbûn ku Artêşa Tirk li dijî kesên li herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bazirganiya sînor dikin, kemînan datîne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ev hefteyeke leşkerên ji Qereqola Girê Mamreş ê girêdayî Şemzînanê, çûne qereqola Beroc û di navbera 06.00 û 17.00’an de li sînor kemîn danîne. Hate destnîşankirin ku ev kemîn ji bo astengkirina gundiyên ku bazirganiya sînor dike, pêk tên.