Endama DHKPC Kalsen li Dêrsimê spartin axê

Cenazeyê Endama DHKPC'ê Elîf Sultan Kalsen a ku di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê hate definkirin.

Cenazeyê Endama DHKPC'ê Elîf Sultan Kalsen a ku di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê hate definkirin.

Cenazeyê Endama DHKPC'ê Elîf Sultan Kalsen a ku di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê hate definkirin. Cenazeyê Kalsen şevê din anîn Dêrsîmê û di seatên nîv re de li Cemxaneyê merasîm pêk hat û pşt re jî cenaze ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin li wesayîtê siwar kirin. Malbata Kalsen, Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul, DBP, HDP, Partîzan, DHF û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Kalsen bi konvoyekî qelebalik birin gundikê Kupuçayir a gundê Kopuzlarê. Di ketina gund de leşkeran barîkat danî û xwestin kontrola nasnameyan bike û ev yêk rastî bertekan hat.

Cenazeyê Kalsen li cem xwîşa wê Fîdan Kalsen a ku di operasyoan "Vegera Jiyanê" ya di 19'ê kanûna 2000'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û pişt re girse derbasî gund bûn û mala şînê ziyaret kirin.

 

 

 
...