KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê li dijî çeteyan çalakî
Hêzên YPG'ê li hin gundên Til Temirê li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Hêzên koalîsyonê jî hin çeperên çeteyan bombebaran kirin. -
HPG'ê sê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî, sê gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. -
Li Çiyayê Şengalê pîrozbahiyê Çarşema Sor
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, ji bo Cejna Çarşema Sor pîroz bikin, Tirba Şerfedîn ziyaret kirin. -
Li Şengalê klasîkeke şerê gel
Li Şengalê, Êzidî hewl didin li dijî êrîşên çeteyan ax û baweriya xwe biparêzin. Di vê berxwedanê de carna ji heman malbatê çend kes li heman mewziyê şer dikin. -
Di binê çavan de hat qetilkirin, cenaze ji malbatê re nehat dayîn
Ji bo Abdûlganî Dag ê di binê çavan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin hat gotin ku "di pevçûnê de mirî hatiye girtin" û cenazeyê wî ji malbatê re nehat dayîn. Malbat niha hem cenazeyê xwe hem jî hesap ji kujeran dixwaze. -
Gerîlaya YJA Star Cejna Hêvî, li Qendîlê hat oxirkirin
Gerîlaya YJA Star Şememî Rêzayî (Cejna Hêvî) ya li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de berî niha bi du mehan birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da li Qendîlê bi merasîmekê hat defnkirin. -
Li Serêkaniyê 3 gund hatin azadkirin
Li herêma Serêkaniyê di encama operasyonên şervanên YPG/YPJ’ê de 3 gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin. -
Anli: Hilberîn û huzûr bi aştiyê tê
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Anli di “7’emîn Fuara Çandinî, Ajaldarî, Mirîşkvanî û Endustriya Şîrî ya Rojhilata Navîn” ku ji 7 welatan 110 fîrma tê de beşdar in de axivî, diyar kir, ji bo aştî mayînde bibe divê her kes xebatê bike. -
Demîrtaş, bi seroka MPKE re rûnişt
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bi Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Anne Brasseur û heyeta pê re li Meclîsê hevdîtin pêk anî. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Botan hat defnkirin
Bi sedan welatiyên herêma Dirbêsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Botan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. -
Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
Hate hînbûn ku li Cizîrê zarokekî 15 salî li baxçeya mala xwe dar diçinand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Rejîma Îranê taziyeya gerîlaya YPJ’ê Darsîn asteng kir
Ji bo şervana YPJ’ê Darsîn Şoreş (Sara Mamedî) ya li Serêkaniya Rojava jiyana xwe ji dest da, malbata wê ku li gundê Dêrik ê Selmas taziye danî rastî astengiya rejîma Îranê hatin. -
Nasnameya 2 şervanên YPJ'ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya 2 şervanên YPJ'ê yên di pevçûnên li herêma Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Cenazeyên şervanên YPG'ê Îpek û Kaplan anîn Rihayê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûhammed Îpek (Çekdar Andok) û Bawer Kaplan (Navdar Stêrk) ên li Kobanê di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê. -
Gerîlaya YJA Starê Çîftçî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser milê jinan ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin. -
Artêşa Tirk bingehê ji pevçûnan re amade dike
HPG'ê ragihand ku operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla, ji bo bingehek ji pevçûnan re bê amadekirin, zêde bûne. -
Heyeta Mala Êzidiyan û parlamenterê Elman Hevşaredar ziyaret kirin
Heyeta Mala Êzidiyan a Celle'yê û parlamenterê Partiya Sosyalîst a Elman Maxîmîlîan Schmîdt, Hevşaredarên Sûrê ziyaret kirin. -
300 Kurdên hatibûn revandin, hatin berdan
Komên Îslamî yên girêdayî Cebhit El- Nusra piştî destwerdana Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê 300 welatiyên Kurd ku duh revandibûn, serbest berdan. -
Gerîlaya YJA Starê Abo ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin
Gerîlaya YJA Starê Sîbel Abo (Zîlan Piling) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin. -
Ji YPG/YPJ'ê çalakiyên hemwext: 6 çete hatin kuştin
Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên hemwext ên hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî komên çete de, herî kêm 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li Başûrê Kurdistanê aloziya girtina Heyder Şeşo
Aloziya bi girtina Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê Heyder Şeşo li bajarokê Sêmêlê yê Duhokê re destpê kir, bi daxuyaniyên dijberî hev, dewam dike. -
Di Newrozê de vekirina posterê Ocalan bû sedema lêpirsînê
Bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin, der heqê 6 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. -
Li Şengalê 28 jin û zarokên Êzidî rizgar bûn
Jin, zarok û extiyar 28 Êzidiyên yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtîbûn, rizgar bûn û xwe gihandin herêmên hêzên Kurdan lê ne. -
Gerîla Çelîk li bajarê Dûîsbûrgê hat bîranîn
Gerîlayê PKK'ê Bekîr Çelîk bi nasnav Rizgar ê di pevçûneke beriya bîst û pênc salan de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Ji Doktorên Sînornenas li Kobanê nexweşxane
Li Kobanê bi 2 nexweşxaneyên ji 27 kesan werdigire û yek leşkerî yek jî sivîl e, hewl tê dayîn pirsgirêkên tenduristiyê werin çareserkirin. Rêxistina doktorên sînornenas ji bo çêkirina nexweşxaneyekê li Kobanê ket nava tevgerê.