Gerîla Çelîk li bajarê Dûîsbûrgê hat bîranîn
Gerîlayê PKK'ê Bekîr Çelîk bi nasnav Rizgar ê di pevçûneke beriya bîst û pênc salan de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi merasîmekê hat bîranîn.

Gerîla PKK'ê Bekîr Çelîk bi nasnav Rizgar ê di 6'ê Nîsana sala 1990'î de li herêma Canika ya Sêrtê di pevçûneke li hemberî artêşa Tirk de bi sê hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hat bîranîn.
Bîranîna li Navenda Çanda Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di merasîma bîranînê de ji Saziya Malbatên Şehîdan Salih Cizîrî, malbat û xizmên Çelîk û Kurdistaniyên li herêma Dûîsbûrg, Wesel û Emmerîchê dijîn, amade bûn.
Di bîranînê de, xizm, nas û ferdên malbatê bîranînên xwe yên bi Çelîk re parve kirin û ew bibîr anîn.
Li dû parvekirina bîranînan, li ser jiyan û têkoşîna cangorî Çelîk sînevîzyonek hat nîşandan û li ser helbest hatin xwendin.
Di bîranînê de dûa û qewl ji aliyê Feqîr Simaîl ve hatin xwendin û merasîm bi dayîna nanê xêrê bi dawî bû.