Rejîma Îranê taziyeya gerîlaya YPJ’ê Darsîn asteng kir
Ji bo şervana YPJ’ê Darsîn Şoreş (Sara Mamedî) ya li Serêkaniya Rojava jiyana xwe ji dest da, malbata wê ku li gundê Dêrik ê Selmas taziye danî rastî astengiya rejîma Îranê hatin.
Ji bo şervana YPJ’ê Darsîn Şoreş (Sara Mamedî) ya li Serêkaniya Rojava jiyana xwe ji dest da, malbata wê ku li gundê Dêrik ê Selmas taziye danî rastî astengiya rejîma Îranê hatin.
Ji bo şervana YPJ’ê Darsîn Şoreş (Sara Mamedî) ya li Serêkaniya Rojava jiyana xwe ji dest da û YPG’ê duh nasnameya wê aşkera kir, malbata wê li gundê Dêrik ê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê taziye danî rastî astengiya rejîma Îranê hatin.
Ji gund û gundên derdorê mirov herikîn cihê taziyeyê. Lê piştî demekê pasdarên Îranê hatin gund û ketin û derketina gund asteng kirin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, pasdaran mizgefta gund girtin, melayê gund û birayê şervana YPJ’ê Sara Mamedî ji aliyê rêxistina îstixbaratê Îtlaat ve hatine binçavkirin.
Pasdarên girtin ser mala malbata şervana YPJ’ê, li malê lêgerîn pêk anîn û alav hemû tevlihev kirin. Pasdaran her wiha ji bo kes neçe taziyeyê gundî tehdît kirin.