Di Newrozê de vekirina posterê Ocalan bû sedema lêpirsînê

Bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin, der heqê 6 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin, der heqê 6 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê ya li navçeya Riha Bêrecûkê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin, der heqê endamên Komîteya Amadekar Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Hasan Yildiz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yûsûf Yeşîltepe, Huseyîn Gokdogan, Mehmet Işik, Yuksel Şahîn û Adîle Arici de lêpirsîn hat vekirin. Midûriyeta Emniyetê ya Bêrecûkê bang li endamên Komîteya Amadekar kir û îfadeya wan girt.

Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Hasan Yildiz der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku rewşa mijara gotinê li ruhê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nayê. Yildiz bibîr xist ku Kurdan bi 10 mîlyon îmzeyî re daxwaza azadiya Ocalan kirine û anî ziman ku di vê çarçoveyê de di pîrozbahiyên Newrozê de şiyara "Ji Ocalan re Azadî" derketiye pêş. Yildiz ragihand ku hilgirtina daxwazên gel mafekî demokratîk e û diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de îfade dane.