Gerîlaya YJA Starê Abo ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin
Gerîlaya YJA Starê Sîbel Abo (Zîlan Piling) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Anf
Wan
sêşem, 7 avrêlê 2015, 12:50
Gerîlaya YJA Starê Sîbel Abo (Zîlan Piling) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sîbel Abo (Zîlan Piling) piştî ku ji Amedê hat wergirtin, li ketina navçeya Wan Westanê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hat pêşwazîkirin. Cenaze piştre li Karşiyaka Beşyolê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û li ser milan birin Şehîdgeha Yenî Mahalleyê.
Di merasîma cenaze de li gel parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Hamiyet Şahîn, parêzer Mîraz Çalli, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, bi hezaran kes amade bûn. Girseya gel a ku piraniya wê jin bû, darbesta bi ala PKK'ê hat pêçandin hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmeyan birin goristanê.
'ŞERÊ QIRÊJ WÊ GELÊ KURD JI TÊKOŞÎNA WÊ VENEGERÎNE'
Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û aştiyê deqeyek rêz hat girtin. Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan destpêkê mafê axaftinê girt û got, "Em îro ciwaneke xwe vedişêrin. Sîbel 3 sal bû di nava têkoşînê de bû. Tevgera Kurd ev 40 sal in têkoşîneke mezin û berdêlên giran dide. Yên vî şerê qirêj li hemberî gelê Kurd dimeşînin divê vê baş zanibin ku ti komkujî wê nikaribe gelê Kurd ji têkoşîna wê vegerîne."
'WAN RÊYA ME RONÎ KIRIN'
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn jî got, "Zîlan Piling, di rêya Bêrîtan, Zîlan, Arîn û Viyanan de gihîşt şehadeteke pîroz. Şehadeteke bi vî rengî nabe nesîbê her kesî."
Şahîn anî ziman ku şehadeta Zîlan Piling ji wan re mînake û got, "Wan rêya me ronî kirin."
'EM BARÊ TÊKOŞÎNÊ BI TENÊ JI ŞEHÎDAN RE NEHÊLIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî got, "Şehîd ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin. Ji ber vê yekê divê bi mîlyonan Kurd têkoşîna wan hilgirin. Pêwîste em barê vê têkoşînê bi tenê ji şehîdan re nehêlin. Roj roja xwedîderketina li têkoşînê ye. Em li vê derê careke din soz didin şehîdên xwe. Têkoşîna me wê heta serketinê dewam bike."
Bavê gerîlaya YJA Starê Sîbel Abo Şaban Abo jî got, "Şehîd şehîda tevahiya Kurdistanê ye".
Merasîma cenaze bi qîrîna dirûşmên "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.