Li Şengalê klasîkeke şerê gel
Li Şengalê, Êzidî hewl didin li dijî êrîşên çeteyan ax û baweriya xwe biparêzin. Di vê berxwedanê de carna ji heman malbatê çend kes li heman mewziyê şer dikin.
Li Şengalê, Êzidî hewl didin li dijî êrîşên çeteyan ax û baweriya xwe biparêzin. Di vê berxwedanê de carna ji heman malbatê çend kes li heman mewziyê şer dikin.

Li Şengalê, Êzidî hewl didin li dijî êrîşên çeteyan ax û baweriya xwe biparêzin. Di vê berxwedanê de carna ji heman malbatê çend kes li heman mewziyê şer dikin. Ji gundiyên Xana Sor bav û kurê ku piştî komkujiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn li Şengalê vegeriyan û niha di heman mewziyê de şer dikin.
'BILA HEVAL ALÎKARIYÊ BIDIN ME, EM JÎ ŞER BIKIN'
Ebbas Ebdila Dilbo ku piştî vegera ji Rojava malbata xwe li bajarokê Sinûnê yê Başûrê Kurdistanê bicih kir, bi kurê xwe re tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Dilbo anî ziman ku ew li Rojavayê Kurdistanê li gundê Êzidiyan Çelka 6 mehan man û piştre vegeriyan Şengalê. Şervanê YBŞ'ê Dilbo diyar kir ku parastina nirxên pîroz û axê ji bo wan cihê rûmetê ye û got, "Bi vegerê re bi kurê xwe re tevlî em nava refên YBŞ'ê bûn. Êzidiyatî ji bo me gelekî girîng e, çavkaniya rûmetê ye. Em ji bo muqadesata xwe ji bo Çiyayê şengalê şer dikin." Bav Dilbo ragihand ku dema bi kurê xwe re ji malê derket ew bav û kur bûn, lê di nava YBŞ'ê de ew êdî du hevalên hev in û destnîşan kir ku ev hewldana wan wê tevkariyê li rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne, bike.
Şervanê YBŞ'ê got, "Êdî Êzidî li hev kom bûn û parastina xwe dikin. Bila heval jî alîkariyê bidin me, ku em jî karibin şer bikin. Ku destê kesekî dirêjî me nebe, em dixwazin xwe biparêzin" û destnîşan kir ku eger parastin û rêveberiyên wan ên cewherî hebe, kes nikare zextê li wan bike. Şervanê YBŞ'ê ji bo damezrandina Meclîsa Êzidiyên li Şengalê got, "Elhemdullîllah hikûmeta me jî ava bû. YBŞ jî heye, em ê Şengalê rizgar bikin. Ne DAIŞ ne jî hêzeke din wê nikaribe destê xwe dirêjî nava me bike. Heta niha 73 ferman bi serê me de hatin, em ê destûrê nedin ya 74'an."
'EM Ê SERÊ XWE LI BER KESÎ NETEWÎNIN'
Ebdûllah Ebbas ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bi bavê xwe re li heman mewziyê şer dike anî ziman ku piştî temambûna dewreya wan a perwerdeyê ew tevlî yekîneyên xwe bûne û êdî ne weke bav û kur, ew du heval in. Şervanê YBŞ'ê Ebbas got, "Ji bo parastina şeref, namûs û çiyayê xwe em tevlî bûn. Piştî ewçend fermanan em ê nehêlin destê qirêj ê kesî bigihêje nava me. Parastin ji me, ewlekarî ji me ye. Êdî em ê nehêlin ne ew partî, ne ew derdor tevlî karê me yê navxweyî bibe. Fermanek bi serê me de hat hingî hikûmet di destê Saddam de bû, di fermana din de jî hikûmet di destê PDK'ê de bû. Êdî rewş wê bi vî rengî nebe. Em ê serê xwe li ber kesî netewînin. Em îro di bin hukmê kesî de nînin. Îro keç xort beşdar bûn, YBŞ mezin bû."
Şervanê YBŞ'ê ragihand ku weke bav û kur li heman mewziyê şerkirin gelekî girîng e û got, "Li malê min digot bavo, bavê min jî digot kurê min. Li vir em hemû leşker in, sîstemek heye. Em hemû êdî heval in. Ev hesteke gelekî giranbuha ye, em gelekî pê serbilind in."
'PÊNC ROJAN DIKARIM BIÇIM MALÊ, EV NORMAL E'
Şervanê YBŞ'ê anî ziman ku mirovên wan nas nakin dibêjin qey careke din nikare li malê vegere û anî ziman ku ev nêrîn şaş e. Şervanê YBŞ'ê ragihand ku bi wergirtina destûrê re ew diçe malê û di nava wê demê de jî bi destûr e. Ebdûlla Ebbas got, "Ji me re digotin PKK ji bilî mirovên di navbera temenên 18 û 35 salî de kesî qebûl nake, yê carekê ji malê derket nema dikare vegere. Ev hemû şaş in. Tiştekî bi vî rengî nîne. Ez pênc rojan dikarim biçim malê, ev normal e. Destûr heye, bi destûrê diçim malê. Yên ji bo berxwedana Şengalê tevlî dibin li Şengalê dimînin. Di vê çarçoveyê de her kesê dixwaze beşdar bibe çi Xiristiyan çi jî ji baweriyê din, hemû heval dikarin werin beşdar bibin."