Li Başûrê Kurdistanê aloziya girtina Heyder Şeşo

Aloziya bi girtina Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê Heyder Şeşo li bajarokê Sêmêlê yê Duhokê re destpê kir, bi daxuyaniyên dijberî hev, dewam dike.

Aloziya bi girtina Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê Heyder Şeşo li bajarokê Sêmêlê yê Duhokê re destpê kir, bi daxuyaniyên dijberî hev, dewam dike. Qanûnîtiya hêzên Êzidî yên tevlî parastina Şengal û Êzidiyan bûne, bûye mijara nîqaşê.

SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ: ME GIRT, EM Ê WÎ CEZA BIKIN

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) hêzeke qanûnî nîne û ji ber ku fermandarê HPŞ'ê Heyder Şeşo hêzeke leşkerî ya ne qanûnî ava kiriye hatiye binçavkirin û wê were girtin.

Di daxuyaniya li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê berdevk Umêd Sebah ve hat dayîn, wiha hat gotin: "Berî niha Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku xwestin li Şengalê hêzekî derveyî yasayê ava bikin, hatibûn hişyarkirin. Lê wan guh nedan vê yekê."

Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku duh meh ji bo Şeşo hatibû dayîn û hat gotin"Eger bixwazin xizmeta Şengalê û Kurdistanê bikin, bila tevlî hêzên pêşmergeyan bibin û bikevin di bin çavdêriya wezareta pêşmergeyan de. Lê ew li ser hewldanên xwe berdewam bûn. Em ti carî destûr nadin ku hêzekî derveyî yasayî bê avakirin û yên vî karî bikin jî wê werin darizandin. Ji ber vê yekê berpirsê wê grûbê Heyder Şeşo û hinek kesên din bi fermî hatine girtin û wê werin darizandin. Herwiha ti kes nehatiye windakirin û bi veşartî jî nehatine girtin."

KOMA PARLAMENTERÊN YNK'Ê: EM VÊ ŞERMEZAR DIKIN

Fraksiyona Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Parlamenta Herêma Kurdistanê xwedî komekê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku Heyder Şeşo li Şêmêlê ji aliyê asayîşê ve hatiye revandin û ev helwest şermezar kir.

Di daxuyaniya fraksiyona YNK'ê de ji bo serbestberdana fermandarê HPŞ'ê Haydar Şeşo bang li Serokê Parlamentê, hemû Fraksiyonên li Parlamentê û Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di daxuyaniya koma YNK’ê de wiha tê gotin: "Fermandarê HPŞ’ê û qehremanê ku ji despêka kareseta Şengalê ve tenê kêliyekê jî ji eniyên şer venekişiyaye. Ji dema nêzî 4 hezar jinên Êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatine revandin û bi hezaran penaber bûyîn de, birêz Şeşo ligel hevalên li çiyayê Şengalê eniya şer girt û ji bo parastina welatiyên sivîl û bê guneh li dijî dijmin rawestiya."

YNK’ê ragihand ku li cihê rêz lê were girtin, Heyder Şeşo hatiye revandin û di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Mixabin li cihê rêzgirtin û piştgiriyê, duh bi şev hêzekî asayîşa Sêmêlê ya girêdayî Dihokê avêtin ser wan de û bêyî destûra dadgehê ligel çend kesên hatin girtin. Em vê bûyerê şermezar dikin û em ê li parlamentê pêngavên yasayî bikar bînin. Em ê daxwazê ji Civata Asayîşa neteweyî ya Herêma Kurdistanê bikin û ji bo vê mijarê zelal bikin. Em daxwaz dikin ku fermandarê giştî yê hêzên çekdarî birêz serokê Herêma Kurdistanê di asta vê binpêkirinê de bêdeng nebe û fermandarê me yê qehreman nekin qurbanê nakokiyên siyasî."

 Di dawiya daxuyaniya Koma YNK’ê li parlamenta Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: "Ev di demekê de ye serokatiya Herêma Kurdistanê û wezareta pêşmergeyan gelek hêzên taybet ji bo pêkhateyên neteweyî û ayînî avakirine. Em daxwaz dikin ku demek berî demekê sedema revandina birêz Heyder Şeşo û hevalên wî were aşkerakirin û bên berdan."