Cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Botan hat defnkirin

Bi sedan welatiyên herêma Dirbêsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Botan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.

Bi sedan welatiyên herêma Dirbêsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Botan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeya şervana YPJ’ê Reşe Ehmed (Amara Botan) ku di berxwedana hêzên YPJ’ê li gundê Miço yê girêdayî Serêkaniyê de 6’ê Nîsana 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan welatiyên herêmê li pêşiya Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê li hev kom bûn û piştî cenaze wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.

Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê, li vir merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Piştre Fermandara YPJ’ê Çîçek Xemgîn der barê lehengiya têkoşer Amara Botan de di berxwedana azadî û rûmetê de axivî. Çîçek di axaftina xwe de got ku têkoşer Amara di nava hemû şervana de bi lehengiya xwe dihat nasîn û alîkariya hemû hevalên xwe dikir.

Çîçek destnîşan kir ku têkoşer Amara ji bo parastina her bihostekê ji axa xwe amade bû canê xwe feda bike û wiha got: “Şehîd Amara soza xwe bi cih anî û derket asta şehadetê.”

Çîçek di axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşer Amara heta serketinê dubare kir.

Di merasîmê de her wiha ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Edalet Umer, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb û li ser navê malbata têkoşer Amara apê wê Nûrî Ehmed axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana dîrokî ku ji aliyê hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û wiha gotin: “Berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ye. Her wiha şervanan li dijî çeteyên DAIŞ’ê di berxwedana xwe de efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandin û ji bo em bi aramî bijîn canê xwe fedayî azadiya gelê xwe kirin.”

Di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya têkoşer Amara û hemû têkoşerên rêya azadiyê heta bi destxistina azadî, demokrasî û jiyana bi rûmet hate dubarekirin.

Piştre belgeya şehadeta têkoşer Amara Botan hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Malbatê jî ji aliyê xwe ve soza şopandina rêya têkoşera xwe dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Amara Botan li gel tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.