HPG'ê sê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî, sê gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Di daxuyaniya Biryargehê de hat destnîşankirin ku her şehadeta li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ruhê fedaî yê Apoyî afirandiye û bûye soz û çalakiya pêşketinê. Fermandariya Biryargeha Navendî got, "Rêhevalên me Şoreş Malazgîrt (Ferît Gokdemîr), Hêvîdar Koçer (Halîme Aydin) û Viyan Rûken (Zakîre Dogala) ev berpirsyariya dîrokî hîs kirin û di demên cuda de tevlî têkoşîna me ya azadiyê bûn. Ev rêhevalên me di demên cuda de gihîştin şehadetê û cihê xwe li asta Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê girtin. Ev her sê rêhevalên me yên ji Amed, Êlih û Mêrdînê tevlî têkoşîna me bûn, ji dema tevlîbûnê û pê ve bi fedekarî û kedeke mezin hewldan pêşketinê biafirînin. Ew bi sekin û beşdariya xwe re her tim bûn rêhevalên me yên mînakdar."

Di dewama daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankrin: "Her sê rêhevalên me yên li gelek qadên wezîfeyê yên têkoşîna me, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih anîn, bi têgihiştina jiyana Apoyî re ji bo nirxan li nirxên gelê me zêde bikin bi daxwazeke mezin biryardarî û kedeke mezin nîşan dan. Di kesayetiya her sê rêhevalên me de em hemû şehîdên xwe bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê berpirsyarî û wezîfeyên wan ên dîrokî bicih bînin."

Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin:

Nasnav: Şoreş
Nav-Paşnav: Ferît Gokdemîr
Cihê ji dayik bûnê: Amed
Navê dê-bav: Asûman - Abdûllah
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 23 Îlon 2008 / Dêrsim

 Nasnav: Hêvîdar
Nav-Paşnav: Halîme Aydin
Cihê ji dayik bûnê: Êlih
Navê dê-bav: Sise - Mûstafa
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 15 Îlon 2012 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Viyan Rûken
Nav-Paşnav: Zakîre Dogala
Cihê ji dayik bûnê: Mêrdîn
Navê dê-bav: Makbûle - Tahîr
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 15 Îlon 2012 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

...