KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dayik Ormanli: Şehîd rûmeta me ne
Şervanê YPG'ê Mehmet Şîrîn Ormanli (Welatê Zer) ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Dayik Nahîde Ormali di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ti carî li dû şehîdên xwe negiriyan, em nagirîn. Ji ber ku şehîd rûmeta me ne." -
KJA: Tavilê dest ji polîtîkayên qirêj berdin
KJA'yê diyar kir ku artêşa Tirk li Çiyayê Tendurekê provaya komkujiyeke nû kiriye û bang li hikûmeta AKP'ê kir ku tavilê dest ji polîtîkayên qirêj berde. -
YPG: Li Cizîr û Kobanê 75 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin li Kantona Cizîrê di pevçûnên ji 8'ê Nîsanê û vir ve de 58, li Kobanê jî di pevçûnên duh bi şev û îro ber destê sibehê de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Dokûmantera Bakur a li ser jiyana gerîla hat sansurkirin
Festîvala Fîlman a Stenbolê, dokûmantera "Bakur" a derhêner Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû ya li ser PKK'ê, belgeya tomarkirinê ya Wezareta Çandê hincet nîşan da û ji bernameya xwe ya nîşandanê derxist. -
Gundê Derfilitî hat rizgarkirin - HAT NÛKIRIN
Gundê Derfilitî yê li başûrrojhilatê Kantona Kobanê ku hêzên YPG/YPJ’ê danê nîvro dest bi operasyona paqijkirinê kiribûn, ji çeteyan hat rizgarkirin. -
Heyeta DBP'ê çû herêma pevçûnê
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û heyeta pê re, ji bo li Çiyayê Tendurekê cihê ku Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak û gerîlayekî di gulereşandina ji helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan lêkolînê bikin, çûn herêmê. -
Bûdak ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak ê li Çiyayê Tendurekê di encama gulereşandina ji helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
DBP: Ji tevayî neyêniyên rû bidin dewlet berpirsyar e
DBP’ê li hember operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ji tevayî neyêniyên rû bidin wê dewlet berpirsyar be. -
Dengek dikare her tiştî biguherîne
Li bajarê Den Haagê, li ser mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bûyerên dawî civîna gel hat lidarxistin. Beşdaran destnîşan kirin ku dengekî bi tenê dikare her tiştî biguherîne û bang li her kesî kirin ku ji bo HDP'ê bi ruhê seferberiyê bixebitin. -
KCK: Eger AKP hînê bi agir bilîze, ew ê xwe bişewitîne
KCK'ê destnîşan kir ku artêşa Tirk dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin û got, "Em Yalçin Akdogan û AKP'ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin." -
Li Serentê şeva piştevaniya gelê Kurd
Li bajarê Serent ê li rojavayê Fransayê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd şevek hat lidarxistin. -
Li rojhilatê Kobanê pevçûn
Li rojhilatê Kobanê di pevçûna li ser êrîşa çeteyan destpê kir de duh bi şev 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Ji bo protestokirina operasyonê dikandaran dikanên xwe venekirin
Li Bazîd û Giyadînê, bi armanca şermezarkirina operasyona leşkerî ya li Tendurekê, dikandaran dikanên xwe venekirin. -
HDP li Êlihê 4 ji 4'an dixwaze!
Li Bakurê Kurdistanê namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê bi eleqeyeke mezin a gel hatin pêşwazîkirin. Li Êlihê, di nava AKP'ê ya ku hevrikê yekane yê HDP'ê ye, ji ber rêza di lîsteyê de îstifa rû didin. -
Cenazeyê Bûdak ê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin şandin Erzîromê
Cenazeyê Hevserokê berê yê rêxistina HDP'ê ya navçeya Giyadînê Cezmî Bûdak ê li Çiyayê Tendurekê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, ji ber ku dozger nehat ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya li Erzîromê. -
Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Budak anîn morgê
Cenazeyê mertalê zindî Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeya Giyadînê Cezmî Budak ê ku di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, anîn morga Nexweşxaneya Giyadînê. -
Îlboga yê ku birîndar bû anîn nexweşxaneyê
Cenap Îlboga yê ku dixwest li hemberî operasyona li herêma Tendurek a Agiriyê birîndar bû anîn Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Îlboga ku li ser sedyeyê bû rastî êrîşa polîsan hat. -
6 şervanên azadiyê ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin
Cenazeyên şervanan ji aliyê hezaran kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê ve bi rê ketin. -
Yuksekdag: Rûyê AKP’ê yê rast li Agiriyê aşkera bû
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ragihandin ku bi operasyona li Agiriyê hate destpêkirin rûyê rast ê AKP’ê aşkera bûye û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hikûmeta şer e. -
Li herêma Garisan a Sêrtê jî operasyon
Leşkerên Tirk li herêma Garisa a di navbera Dihê û Berwariyê de dest bi operasyonê kirin. Hate ragihandin ku piştî veguhestina zêde ya leşkerî danê êvarê operasyon hate destpêkirin -
Leşkeran gule li mertalên zindî barand: 1 mirî 1 birîndar
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê leşkeran gule li kesên ku xwestin li hemberî operasyon û pevçûnên li çiyayê Tendurekê bibin mertalên zindî reşandin û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû. -
Îdîaya leşkeran gule li kesên xwestin bibin mertalê zindî reşandin
Hate îdîakirin ku leşkeran gule ji helîkopteran bi ser gelê ku dixwest li hemberî operasyonên li çiyayê Tendurekê bibin mertalên zindî reşandin. -
Şervana YPJ’ê Bîngol ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesî li navçeya Kopê hat definkirin -
Li Bazidê ji heman malbatê 8 kes mirî hatin dîtin
Li gundê Alintepe yê Bazidê ji heman malbatê 8 kes mirî hatin dîtin. -
Leşkeran destûr nedan gel biçe herêma şer
Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendurekê ku dewam dike, leşkerên Tirk destûr nedan koma di nav de Hevserokê Rêxistina Agirî Sabrî Tayfûr jî heye biçe herêmê.