Şervana YPJ’ê Bîngol ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesî li navçeya Kopê hat definkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesî li navçeya Kopê hat definkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesî li navçeya Kopê hat definkirin. Di meresima definkirinê de bavê şervana YPJ'ê Bîngol, Bahattin Bingol diyar kir ku zarokên gelê kurd yên di cihanê de weke "rêxistina teror" dihat dîtin bûn hêviyên cîhanê.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a 7'ê Mijdara 2014'an li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezaran kesî li navçeya Kopa Mûşê hat definkirin. Cenazeyên Bîngol di saetên serê sibehê ji Amedê ji aliyê malbata û DBP'ê ve anîn Mûşê. Cenazeyê Bîngol li ser rêya Betlîs-Mûşê ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşm û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Bîngol li ser milan heya mala wan a li Taxa Bahçelievler anîn. Di nav de rêveberên DBP/HDP, hevşaredarên Gimgimê û hezaran welatî bi alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervana YPJ'ê Bîngol bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê serok jiyan nabe" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne." hat berzkirin.
Cenazeyê Bîngol a cara dawî anîn malê li ser milan heya mizgefta 700. Yilê birin, piştî wecibeyên olî welatiî bi cenazeyê Bîngol re ber bi goristana taxê ve ketin rê. Welatî rêya 4 kîlometre meşiyan û bi meşek girseyî gihiştin goristanê. Di merasîma definkirinê de bi sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
Di merasîmê de Hevseroka DBP'ê ya Kopê Selvî Kaya axivî û diyar kir ku jinên Kurd li dijî çeteyên hovane berxwedanek bêhempa dan meşandin. Selvî bilêv kir ku Leylal ji bo pêşeroj û azadiya gelê Kurd têkoşîn da û giha şehadetê. Piştî Kaya, bavê şervana YPJ'ê Bîngol, Bahattin Bingol axivî û diyar kir ku zarokên gelê Kurd ên di cîhanê de weke "rêxistina teror" dihat dîtin bûn hêviyên cîhanê.
Piştî axaftinên hatin kirin bi dûayan cenazeyê şervana YPJ'ê Bîngol hat definkirin. Piştî definkirinê girseya gel ber bi mala şînê ve ket rê.