DBP: Ji tevayî neyêniyên rû bidin dewlet berpirsyar e
DBP’ê li hember operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ji tevayî neyêniyên rû bidin wê dewlet berpirsyar be.
DBP’ê li hember operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ji tevayî neyêniyên rû bidin wê dewlet berpirsyar be.
DBP’ê li hember operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ji tevayî neyêniyên rû bidin wê dewlet berpirsyar be.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî operasyona li çiyayê Tendurek daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP got, “Di tevahiya pêvajoya çareseriyê ya zêdetirî du salan didome partiya me û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di pêvajoya çareseriyê de muxatab e tevî ku heta niha gelek caran hişyarî kirine jî di vê pêvajoyê de ji bo atmosfereke bê şer û bê pevçûn tedbîrên pêwîst ji aliyê hêzên dewletê ve nehatine girtin. Rewşa bi pevçûn a li navçeya Giyadîn a Agirî derket holê jî ji ber hêzên dewletê tedbîrên pêwîst negirtine rû daye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin,“Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd heta niha di vê pêvajoyê de di eniya xwe de tedbîrên ewlekariyê girtine, ji bo berdewamiya pêvajoya bêpevçûniyê di nav hewldaneke mezin de ne” û ev xisûs hatin diyarkirin: “Ji bo berdewamiya vê pêvajoyê dewlet têkildarî berpirsyartiyên dikeve ser milê wê jidil tevnagere. Encama pratîkên nejidil bûye sedema mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji roja ku nîqaşên pêvajoya çareseriyê destpê kirine heta îro pêkanîna keşfan û avêtina top û hewanan di rastiyê de nîşan dida ku wê bûyerên îro rû dane hema her kêlî rû bidin. Pêvajoya pêş dikeve weke ku erkana dewletê dibêje pratîka kesên li dijî pêvajoya çareseriyê ne, lê belê ev pratîka pêkhateyeke ku xwe di nav dewletê de bi sazî kiriye. Belê hatiye xwestin ku pêvajoya çareseriyê bê têkbirin, lê hatiye xwestin ev bi destê dewletê bê kirin. Di encam de di dema bûyeran de daxuyaniyên hikûmetê yên bi taybet bi rêya tevna civakî di wesfa ku şer sor dikin de ne. Ev daxuyanî jî bi awayekî zelal nîşan dane ku atmosferên şer wek polîtîkayeke hikûmetê derketine holê. Ev helwestên hewl tê dayîn bikişînin nav pevçûnan bi zanebûna di navbera aliyan de dibe sedema bêbaweriyê em careke din bang li hikûmetê dikin ku helwesteke hê rasttir pêş bixe. Em diyarkirin berevajî vê wê atmosfera aştiyê ya gel di nav xiyalê wê de ne pêk nayê.
‘OPERASYON TAM JÎ HEWLDANA PROVOKASYONEKÊ YE’
Gelê Kurd weke heta niha dema pevçûna li Agirî rû da jî helwesta xwe ya aligiriya aştiyê, daniye holê ji bo bêpevçûnî bidome û mirov jiyana xwe ji dest nedin çûye cihê bûyerê, dema hewl daye pevçûnan rawestîne bûye hedefa çekan. Operasyona bi talîmata Walî pêk hatiye tam jî hewldana provokasyonekê ye. Plansaziyeke ku dişîbe bûyera Farqînê. Gel ku wek mertalê zindî ketiye navberê nehiştiye windahiyên mezin çêbibe. Li hember gelê bedena xwe li hember pevçûnan kiriye sîper êrîş pêk hatiye. Di encama gulebarana ji helîkopterê serokê berê yê navçeyê yê HDP’ê Cezmî Bûdak û HPG’yiyekî ku xwestiye wan biparêze jiyana xwe ji dest dane. Nûnerê MEYA-DER Cenap Îlboga jî birîndar bûye. Pevçûna rû daye binpêkirina rewşa bêpevçûniyê ye. Yek ji failên vê bûyera ku wê biba sedem bi dehan mirov jiyana xwe ji dest bidin walî ye. Divê yên din jî bên lêkolînkirin û hêzên li pişt vê derxin holê.
‘EV PÊVAJO WIHA NAMEŞE!’
Ji bo gelên xwe avakirina atmosfera bêpevçûniyê wezîfeya dewletê ye. Li ser vî esasî em bang li hikûmetê dikin ku dest ji avakirina atmosfera pevçûnê berde û ji bo gelê xwe atmosfereke bi hizûr ava bike. Em berpirsyartiya wan a di vê mijarê de careke din destnîşan dikin. Ev pêvajo wiha nameşe! Pêwîst e dewlet berpirsyartiyên xwe demldest bicih bîne. Berevajî vê ji tevayî neyêniyên rû bidin wê dewlet berpirsyar be.
Em jî li ser vî esasî ji bo kesên di bûyerên rû dane jiyana xwe ji dest dane ji xwedê rehmê, ji malbat û gelê me re sersaxiyê dixwazin.”