Li Serentê şeva piştevaniya gelê Kurd
Li bajarê Serent ê li rojavayê Fransayê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd şevek hat lidarxistin.
Li bajarê Serent ê li rojavayê Fransayê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd şevek hat lidarxistin.
Li bajarê Serent ê li rojavayê Fransayê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd şevek hat lidarxistin.
Şeva piştevaniyê ya ji aliyê komeleya Les Passeurs d images et de sons ve hat organîzekirin, li salona Salle des Fetes pêk hat.
Bi sedan Bortanyayî, Fransayî û Kurdistanî beşdarî şevê bûn.
Şeva piştevaniyê saet di 20:00 de bi nîşandana dokûmantera Kazim Oz a bi navê "Hebû tinebû" ya bi jêrnivîsa Fransî, destpê kir.
Rêveberê komeleya Les Passeurs d images et de sons Regîs BLANCHARD û parlamenterê Fransa Dîvers Gaûche (UDB) Molac Paûl ku di heman demê de Serokê Navenda Çandê ya Morbîhan e, di şevê de axivîn.
Di şevê Koma QWX a li bajarê Marsîlyayê jî derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.