Yuksekdag: Rûyê AKP’ê yê rast li Agiriyê aşkera bû
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ragihandin ku bi operasyona li Agiriyê hate destpêkirin rûyê rast ê AKP’ê aşkera bûye û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hikûmeta şer e.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ragihandin ku bi operasyona li Agiriyê hate destpêkirin rûyê rast ê AKP’ê aşkera bûye û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hikûmeta şer e.
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag tevlî mitînga danasîna namzetan bû û têkildarî operasyona leşkerên Tirk li herêma çiyayê Tendurekê yê ku gundiyan lê dar diçand, dan destpêkirin û di encamê de pevçûn di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de destpê kirin, axivî.
Yuksekdag da zanîn ku berpirsê operasyon û pevçûnên li Agiriyê hikûmeta AKP’ê û Walîtiya Agiriyê ye û got: “Desthilatiya ku digot ‘min wesayita leşkerî rakir’, nikare xwe li hemberî bilindbûna gelan rabigirin, li hemberî gel dest bi operasyona leşkerî dikin” û diyar kir ku yên digotin ‘me wesayeta leşkerî rakir’ li hemberî gelê ku dixwest daran biçîne dest bi operasyonê kirin, bila lêborînê ji gelê ku dengên xwe didin wan bixwazin.
Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê van demên dawiyê weke hikûmeta şer tevdigere û bi provokasyonên îro li Agiriyê pêk hatin rûyê rast ê hikûmeta AKP’ê aşkera bû.
Yuksekdag diyar kir ku bi bûyerên îro li Agiriyê qewimîn re rûyê rast ê AKP’ê aşkera bûye û got: “AKP weke partiyeke leşkerî, weke partiyek a şer tevdigere û artêşê bi ser gelê me de dişînin. Bila ti kes nebêje gelên vê rastiyê nabînin.” Yuksekdag da zanîn ku ji bo hilbijartinên giştî yên 2015 bi awayekî serketî biqedin û ti provokasyon çênebin, tişta ji destê wan tê dikin.
Yuksekdag bang li hikûmeta AKP’ê kir ku dest ji hilbijartina di bin siyasî hilbijartinê de berde, nêzîkatiya bi zora çekan berde û got: “Bi darê zorê ti hilbijartin pêk nabin. Bi zext, zor, operasyonên leşkerî û êrîşan dixwazin sindoqan deynin, lê ew di nava xeletiyeke mezin de ne. Ger ji niha û pê ve operasyon berdewam bikin û êrîşî gelê me bikin, berpirsê vê yekê hikûmeta AKP’ê ye.”